Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de li Amedê tê bibîranîn

Bi munasebata 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan, li Amedê wê bernameyên cur bi cur pêk bên.

Bi munasebeta 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan, ji aliyê Enstîtuya Gomîdas, Şaxa ÎHD’a Amedê û Baroya Amedê ve bername wê pêk bên û bername di navbera 22-24’ê Nîsanê de wê bên lidarxistin.

Di çarçoveya bernameya ku wê sê rojan berdewam bikin,  22’ê Nîsanê wê qurnefîl li Sulava Duden a navçeya Çunguş a Amedê ku herî zêde qetlîam li wir hat jiyîn, bên danîn.

Di 23’ê Nîsanê de li Dêra Surp Gîragos ji aliyê Raffî Bedrosya ve piyano bê lêdan û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane find bên pêxistin.

Di 24’ê Nîsanê de jî li Dêra Surp Sarkîs wê bernameyek pêk bê û hunermend Zîlan wê lorînên xwe yên Ermenî bistirê.