Li 4 navendan kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li bajarên Elmanya Dûîsbûrg, Bergîsch Gladbach, Essen û Hambûrgê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk (NCDK) hatin lidarxistin û xebatên dema nû hatin plankirin.
Li bajarên Elmanya Dûîsbûrg, Bergîsch Gladbach, Essen û Hambûrgê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk (NCDK) hatin lidarxistin û xebatên dema nû hatin plankirin.
Li bajarên Elmanya Dûîsbûrg, Bergîsch Gladbach, Essen û Hambûrgê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk (NCDK) hatin lidarxistin û xebatên dema nû hatin plankirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 2. lidar xist. Kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi beşdariya 150 delegeyî pêk hat. Ji bo dîwana kongreyê de Kenan Ayaz, Niyazî Oztaş û Yekbûn Alî hatin hilbijartin.
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li ser rewşa dawî ya siyasî nirxandin kir û diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo Kurdan dîrokî ye. Ayaz got, "Di vê dema dîrokî de bi dayîna berdêlên giran re destketiyên girîng hatine bidestxistin" û anî ziman ku li Rojhilata Navîn sîstemên nû bi şer re tên avakirin. Ayaz da zanîn ku serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn ji ber ku modelek neafirandin, bi tenê sîstemeke dîktatoriyê hilweşand û rê li ber sîstemeke din a dîktatoriyê vekirin.
Ayaz da xuyakirin ku li Rojava jî sîstema kapîtalîst xwestiye mîna li Tûnis, Misir û Lîbyayê sîstema xwe ava bike, lê belê gelê Rojava bi berxwedanê li dij vê derketiye û sîstema xwe ava kiriye. Ayaz got, "Sîstema kapîtalîst a nekarî xwe li vê rabigire, bi çeteyên mîna DAIŞ û El Nûsra re êrîşî sîstema Rojava ya ku bi felsefeya Rêber Apo ava bû, kir. Li hemberî vê yekê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan. Lewma em li li komkujiyên mezin rast hatin, weke mînaka Şengalê."
Li dû axaftinan raporên xebatê hatin xwendin, nîqaşkirin û dûre Meclîsa ji 45 kesan hat hilbijartin.
Di kongreyê de komîsyonên rêxistinî, aştî û lihevkirin, jin, ciwan, civak, çand û huner, dîplomasî, burokrasî, weşan û çapemenî, malbatên şehîd û windahiyan, yekîtiyên baweriyan, ziman û perwerde, PYD, dîsîplîn û çavdêrî hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Sefkan Serhat û Rojîn Edealî hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
BERGÎSCH GLADBACH
Li bajarê Bergîsch jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Kongre bi beşdariya 100 delegeyî li salona Lerbacherê pêk hat.
Rojnamevan Halîl Dalkiliç li kongreyê peyivî û anî ziman ku li Rojhilata Navîn ev 100 sal in hêzên emperyalîst destekê didin rêxistinbûyînên bi şêweyê statuko û dîktatoriyê. Dalkiliç da xuyakirin ku gelek kesên dîktator ên ji aliyê cîhana Rojava ve hatine diyarkirin gelek welatên Rojhilata Navîn û Ereb birêve dibin û destnîşan kir ku her çend bi bihara Erep re rêxistinbûyînên statuko û dîktatorî derb xwarine jî, piştî demekê bi destwerdana cîhana rojava re ji nû ve komî ser hev bûne û heman rêbazê esas digirin.
Dalkiliç anî ziman ku Kurd ji bo vê statukoya li Rojhilata Navîn bisekinînin sîstema xwe ava kirine û li hemberî kaosê li ber xwe daye û got, "Ti carî teslîmiyet qebûl nekirin. Kurd yekane hêza ku li Rojhilata Navîn li hemberî barbariyê li ber xwe dide ye."
Dalkiliç her wiha bal işand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û anî ziman ku hilbijartin ji bo pêşîgirtina li zîhniyetê yekparêz û zordar, firsendeke mezin e. Dalkiliç destnîşan kir ku divê gel dest bidin hev û ji bo ji AKPê rizgar bibin di bin sîwanê HDP'ê de bicivin.
Paşê rapora xebatê ya salekê hat xwendin û meclîsa ji 30 kesî ya ji komîsyonên rêxistinî, bawerî, aştî û edalet, malbatên şehîdan, têkiliyên derve û PYD'ê hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Zeynep Kardag û Alîşer Sayan hatin hilbijartin. Kongre bi stranên ji endamên Koma Berxwedan Hozan Seyîtxan, Hozan Peyman û Hozan Alî Dapar bi dawî bû.
ESSEN
Li bajarê Elmanya Essenê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe lidar xist. Di kongreya li salona civînê ya navendê de bi sedan kes amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê endamê KNK'ê Îsmet Kem, ji komîsyona Dayikên Aştiyê Nazîre Gultekîn û endamê Meclîsê Ramazan Satilmiş ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de piştî xwendina belavoka NAV-DEM'ê ya li ser xebatên hilbijartinê, nirxandinên li pêvajoya siyasî hat kirin. Paşê rapora malî û xebatê ya salekê hat xwendin û tevî rapora komîsyona jinê, li ser hemû raporan nirxandin hatin kirin.
Ki kongreyê de 22 jê jin 73 endamên Meclîsê yên ji komîsyonên dîsîplîn, kontrol, jin û baweriyan hatin hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Mevlude Ekîncî û Nûrettîn Akkûş hatin hilbijartin.
HAMBÛRG
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Kongreya bi beşdariya zêdeyî 300 delegeyî, li Zanîngeha Hambûrgê pêk hat.
Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de nûnerê NAV-DEM'ê Ahmet Çelîk rewşa dawî ya siyasî nirxand.
Kongre bi xwendin û nîqaşa raporên xebatê û maliyeyê dewam kir. Paşê endamên komîsyonên xebata salekê bimeşînin hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê komîsyonên rêxistinî, perwerde, Rojava, aştî û lihevkirin, ciwan, çapemenî û weşand, çand, malbatên şehîdan û baweriyê de zêdeyî sed kes wê cih bigirin. Ji bo Hevserokatiya Navendê jî Hatîce Kaya û Abûzer Bîlenler hatin hilbijartin.