Li Amedê pêşangeha 'Rengên di Hundirê me de'
Hunermend Abdurrahman Akçakaya pêşengeha Rengên di Hundirê me de (Ma û Rengêy Xo) li Salona Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vekir.

Akçaya yê ji Beşa Resm a Zanîngeha Dokuz Eylul mezûn bûye, xebatên xwe yên ku piranî ji portreyan pêk tê, li ser tuvalan resman xêz dike, pêşangeha xwe ya duyemîn a bi navê “Rengên di Hundirê me de” vekir. Di pêşangehê de ku 37 berhem hene, portreye dema dayik û bavê wî di nav erd de kar dikin ku xêz kiriye jî heye.
WÊ GUNDÊ XWE YÊ HATIYE VALAKIRIN XÊZ BIKE
Hunermend Akçakaya, ji niha û pê ve wê rêwîtiya xwe ya hunerî bi 3 projeyên cuda dewam bike. Wê yek ji wan xebata 15 portreyan a ji rewşa halê cuda yê sê pêk tê. Akçakaya diyar kir ku dixwaze vê xebatê li Amed û Îzmîrê nîşan bibe. Hunermend her wiha diyar kir ku 5 mezrayên gundê wan Salorî yê girêdayî Pîran a Amedê di pêvajoya şer û pevçûnan de hatin valakirin û got, “Li wî gundî ji sêsed xanî tenê du xanî ser pitan man. Ez niha dixwazim wê hilweşînê û çîrokan xêz bikim.”