Li Sêrtê jinekê xwe kuşt

Hat diyarkirin ku li Sêrtê jinekê ji ber şîdeta hevserê xwe întixar kir.

Hat diyarkirin ku li Sêrtê jinekê ji ber şîdeta hevserê xwe întixar kir.

Hat îdîakirin ku li Taxa Dûmlûpinar a Sêrtê, jinekê xwe întîxar kiriye. Hat diyarkirin ku E.D. a dayika 3 zarokan ji ber şîdeta hevserê xwe, xwe daliqand.

Ciranan diyar kir ku E.D. timî rastî şîdeta hevserê xwe dihat, nexweşiya wê ya MS û ya derûnî hebû. Hat destnîşankirin ku E.D. beriya bizewice ti nexweşiyên wê yên derûnî tine bûn. Hat hînbûn ku piştî lêkolîna dozger cenazeyê E.D. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.