Artêşa Tirk hewl dide bikeve herêmên gerîlayan

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk, hewl dide bikeve herêmên gerîlayan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  diyar kir ku tevgera leşkerî her diçe zêde dibe û hêzên artêşa Tirk hewl didin bikevin herêmên gerîlayan.

HPG’ê têkildarî geşedanên rû didin de ev agahî bi raya giştî re parve kir:

“19’ê Nîsanê saet di 20.00 û 20’ê Nîsanê de saet di 03.00’an de ji Herêmên Parastinê yên Medya li ser qadên Govende û Mamreşo yên girêdayî herêma Zagrosê, pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa TC a dagirker xebatên keşfê pêk anîne. Xebatên keşfê li herêma me her diçin zêde dibin,didomin. Li gorî vê;

19’ê Nîsanê saet di navbera 19.00 û 20’ê Nîsanê saet di 06.00’an de  li ser qada Şehîd Rahîme û Sukê Bîrê ya xeta sînor a Avaşîn, heman rojan saet di navbera 19.00 û 03.00’an de li ser herêma Metîna, 19’ê Nîsanê saet di navbera 09.30-22.00 û 20’ê Nîsanê saet di navbera 06.00-07.00’an de li xeta sînor a Zapê û herêmên Ertûş û Ciloya Biçûk, 17-18’ê Nîsanê li ser herêma Gabar a Botanê, 20’ê Nîsanê saet di navbera 00.00-04.00’an de li ser qada Şehîd Brusk a Amedê pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa TC’ê ta dagirker keşf pêk anîne.

Di daxuyaniya me ya berê de jî me diyar kiribû ku li hember sê girên biçûk ên li dora qada Şehîd Kendal a li xeta sînor a Heftanînê, artêşa TC a dagirker leşkerên xwe bicih kirine. Di rojên dawî de artêşa Tirk bi vê hêza xwe li hember herêmên me yên gerîlayan tevgera xwe zêde kiriye û hewl daye zemîna pevçûnê ava bike. Gerîlayên me yên ku bi dîsîplînek mezin û berpirsyariyek mezin nêz dibin, li dijî êrîşên bi vî rengî wê bê deng nemînin.

Me di daxuyaniyên xwe yên berê de da xuyakirin ku artêşa TC a dagirker li navçeya Farqîn a Amedê li ser rêya bendavê kemîn daniye. Li dijî vê tevgera zêde hêzên me yên gerîlayan bi armanca hişyariyê çalakiyek pêk anîne.  Pira ku li vir bi armanca leşkerî û operasyonî tê bikaranîn, piştî vê çalakiyê ketiye rewşeke neyê bikaranîn.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku 19’ê Nîsanê saet di navbera 10.00- 12.00-21.00’ê de li ser herêma Qendîlê pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Îranê, xebatên keşfê pêk anîne.