Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên dawî yên li kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ 3 GUND HATIN AZADKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku operasyona pêr li başûrê Kobanê hatibû destpêkirin, di roja 217. a berxwedana Kobanê de dewam kiriye.
Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Eîgan, Cabêriyê û Metresê derketin operasyonê û her sê gund ji çeteyan paqij kirin.
Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên li van gundan de hejmareke zêde çete hatine kuştin û tevî termên 8 çeteyan 3 maşîneyên leşkerî, 1 kleş, 1 BKC û 1 hawan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê.
LI DERDORA TIL TEMIRÊ 5 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku komên çete duh bi şev li gundên girêdayî Til Temirê êrîşî hêzên wan kirine û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê pevçûnên dijwar qewimîne. Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên li derdora gundê Til Nesrî de 2 çete hatine kuştin.
Navendê da zanîn ku di heman şevê de hêzên YPG/YPJ'ê komeke çete ya li nêzî gundê Xêbişê di nava tevgerê de bû hedef girtine û di pevçûna dem kurt a li vir de 3 çete hatine kuştin.