Bozlak li Hollandayê hat bîranîn
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak ku di 4'ê Çileya 2015'an de dema tedawiya kansera prostat didît jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hollanda Den Haagê bi merasîmekê hat bîranîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak ku di 4'ê Çileya 2015'an de dema tedawiya kansera prostat didît jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hollanda Den Haagê bi merasîmekê hat bîranîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak ku di 4'ê Çileya 2015'an de dema tedawiya kansera prostat didît jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hollanda Den Haagê bi merasîmekê hat bîranîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak li Hollandayê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Den Haagê hat lidarxistin de, ji PYD'ê Îdrîs Nassan û hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivîn.
Nassan da xuyakirin ku Bozlak di demên herî zehmet de bi serbilindî gelê xwe tesmîl kiriye û got, "Îdeolojî, felsefe û baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihandine hev. Weke mînaka Kobanê, heta em li her derê azadiya xwe misoger bikin, em ê têbikoş in. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê pêwîstiya me bi destekê heye. Em mînetdarê tevahiya şehîdên Kurdistanê ne."
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî diyar kir ku Bozlak di hişê gelê Kurd de cih girtiye. Kartal anî ziman ku ev meha hilbijartinê mîna jiyana Mûrat Bozlak e û bal kişand ser cihêrengiya gelan û zextên li van cihêrengiyan. Kartal mejiyê ezezî yê Erdogan rexne kir û bal kişand ser girîngiya hilbjiartinên 7'ê Hezîranê.
Kartal ragihand ku divê Konya wekîlê xwe hilbijêre û got, "Ya ji bo gelê me pêwîst, serketin e. Ne girîng e A. yan jî B. bibe wekîl." Kartal diyar kir ku Kurd û demokratên li Konyayê girîng e armanca xwe baş diyar bikin, bigihêjin armanca xwe û pêşengiyê ji wasiyeta Mûrat Bozlak re bikin.
Kartal axaftina xwe bi gotina, "Azadiya gel û Rêberê me nêz e. Dem ew dem e" bi dawî kir. Dûre birayê Mûrat Bozlak Hasan Bozlak peyivî.
Bozlak got, "Li welatê me gelê me têkoşîneke dem dirêj meşand. Ji ber axaftina bi Kurdî berdêlên gelekî giran hatin dayîn û bi vî rengî em gihaştin van rojan" û bibîr xist ku Bozlak li sûîqest û zextan rast hatiye.
Bozlak da zanîn ku ew yek ji navên pêşeng û sembol bû û got, "Di naskirina têkoşîna azadiyê de wî rola pêşengiyê lîst. Ez spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Abdullah Ocalan ê ku di dema nexweşiya wî de pê re eleqedar bû û di dema wefatê de jî ev eleqeya xwe dewam kir, dikim. ji rêveberiya KCK'ê û saziyên Kurdistanî re spas dikim ku ji ber ew weke Şehîd îlan kiriye. Ji her kesên em bi tenê nehiştin re spas dikim."
Di merasîma bîranînê de Wezîrê Tenduristiyê yê Kobanê Dr. Nassan Ahmaed û Nûnertiya HDP'ê ya Konyayê jî amade bû. Merasîma bîranînê bi dayîna xwarinê bi dawî.