Li Rojava 3 gund hatin azadkirin, 21 çete hatin kuştin

Operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin.

Li Kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê, operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. Li gundên Xêbiş û Til Nesrî yên Til Temir û Serêkaniyê 21 çete hatin kuştin. Li Kobanê jî 3 gund hatin azadkirin.

Li gorî agahiyên ji Til Temir hatin wergirtin, duh saet di 15.00´an de li gundê Xêbiş ê li rojavayê Til Temir û gundê Til Nesrî yê başûrê bajêr di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de ku dixwestin pêş ve werin, şerên dijwar qewimîn. Şer bi hemû dijwariya xwe heta îro ber destê sibehê dewam kir.  Di encamê de 20 çete hatin kuştin. Şer bi awayekî demkî dewam dike.

Wekî din duh danê êvarê hêzên YPG´ê li gundê Hewas ê herêma Aliya ku 25 kîlometreyan li rojavayê Serêkaniyê dikeve 2 çeteyên ku dixwestin çeperekê bi axê ava bikin hedef girtin û di encamê de çeteyek hat kuştin yek jî birîndar bû.

LI KOBANÊ SÊ GUNDÊN DIN HATIN AZADKIRIN

Li aliyê din, duh danê sibehê saet di 10.00 de hêzên YPG/YPJ'ê û Bûrkan El-Firat li başûrê Kobanê li dijî çeteyan opersyon dan destpêkirin. 

Di encama operesyona ku hîn didome de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û 2 gundên bi navê Elgan û gundekî bi navê Cabiriya Metres hatin azadkirin. 

Her wiha miqdarek çek û cebilxane destser kirin. Der barê hejmara kuştiyan de agahiyên zelal ne hatin bidestxsitin.