Suryaniyan ji bo di 100’emîn salvegera Seyfodest de weke qirkirin bê nasîn bi greva birçîbûnê kirin.
Suryaniyên Turabdinê, ji bo naskirina qirkirina 1915 dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê li Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) saet di 11:00'an destpê kir û wê heta roja 24’ê Nîsanê berdewam bike.
Greva birçîbûnê ji aliyê 24 kesan ve hate destpêkirin û êlekên nivîsa “Seyfo 1915” bi zimanên Tirkî û Suryanî hatibû nivîsandin, li xwe kirin. Nûnerê Komîteya Sefo Sîmon Polî, Navenda Jinên Suryanî (SURKADIM) Aynur Ozgun û Serokê SUDEF’ê Evgîl Turker axaftina vekirinê ya greva birçîbûnê kirin.
Di daxuyaniyên bi Suryanî û Tirkî hatin kirin de, hate diyarkirin ku di qirkirina 1915 de ji aliyê împeratoriya Osmaniyan ve pêk hat de, xwestin tevahiya Suryaniyan qir bikin. Axaftvanan da zanîn ku heta niha jî bandora van qirkirin û komkujiyên li hemberî Suryaniyan pêk hatin berdewam dikin û wiha hate gotin: “Her wiha bi wesîleya salvegera sedemîn a 1915 Seyfo li welatên Ewropa, Amerîka û welatên din ên cîhanê çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de hêzên navneteweyî, welatên Ewropa ji bo naskirina Seyfo baş nêzîk dibin. Seyfo ji aliyê Hollanda û Ermenîstanê ve hate naskirin û Papa da zanîn ku tişta sala 1915 li hemberî Ermenî û Suryaniyan pêk hat qirkirin e. Ev pêşketin encama têkoşîna 20 salan a li dîasporayê ye.”
Axaftvanan peyam dan ku wê heta qirkirin ji alkyê welatên cîhanê û bi taybet Tirkiyeyê ve neyê qebûlkirin wê têkoşîna wan bidome û da zanîn ku greva birçîbûnê ya ku îro li Turabdîn û Midyadê pêk tên ji bo tevahiya Suryaniyan girîng e.
Axaftvanan got: “Ji ber ku Seyfo li vê herêmê pêk hat. Zêdetirê 500 hezar mirovên me yên Suryanî bi awayeke xwînxwarî hatin qetilkirin. Divê êdî Komara Tirkiyeyê bi vê rastiyê re rû bi rû bibe û êdî dawî li înkarkirina vê qirkirinê bîne.”
Bi dehan welatiyên ji Midyad û gundên derdorê tevlî vekirina çalakiya Suryaniyan bûn. Bi dehan kes diçin serdana çalakiya ku berdewam dike.
...