Ji bo namzetên Sêrtê yên HDP'yî xwarina danasîn û piştevaniyê

Ji bo namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê, xwarina danasîn û piştevaniyê hat dayîn. Namzetan di axaftina li vir de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û destnîşan kirin ku hilbijartin wê di navbera AKP û HDP'ê de derbas bibe.

Ji bo namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê, xwarina danasîn û piştevaniyê hat dayîn. Namzetan di axaftina li vir de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û destnîşan kirin ku hilbijartin wê di navbera AKP û HDP'ê de derbas bibe. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ayna jî provokasyonên AKP'ê bibîr xist û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li sindoqên xwe derkevin."

Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê, ji bo namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê bide naskirin xwarinek da. Di xwarina danasîn û piştevaniyê de namzetên parlamenteriyê yên Sêrtê Hatîce Sevîm Tekîn, Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Îsmaîl Aydin, Hevseroka DBP'ê Emîn Ayna, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bajêr, Hevşaredar û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

AYDIN: WÊ DI NAVBERA HDP Û AKP'Ê DE DERBAS BIBE

Namzet Îsmaîl Aydin da xuyakirin ku di 7'ê Hezîranê de wê li Tirkiye û Kurdistanê hilbijartina herî girîng were lidarxistin û got, "Me, vemirandina agirê li Rojhilata Navîn û avakirina jiyaneek azad a hemû gelan, weke armancekê daniye pêşiya xwe. Ev hilbijartin wê di navbera HDP û AKP'ê de derbas bibe. Em dixwazin gel hemû di van hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê."

Namzet Hatîce Sevîm Tekîn jî anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê veguherînin neteweya demokratîk demeke gelekî kurt maye û got, "Bi hevgirtina gelan re di 7'ê Hezîranê de em ê ji Sêrtê bibin bersiv. Ji bo jiyaneke demokratîk û azad, divê HDP were destekkirin."

'BIRATÎ JÎ WÊ DI BINÊ BENDÊ BIMÎNE'

Namzetekî din ê HDP'ê Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî got, "Namzetiya ji HDP'ê îmtiyazeke. HDP ne cihê pariyê heram e. Bi şaşitî be jî yek bikeve nava vê şaşitiyê wê ev parî ji qirika wî neçe xwarê." Yildirim diyar kir ku pirsgirêka HDP'ê ya bendê nîne û got, "Lê belê eger HDP di binê bendê de bimîne, wê biratiya gelan a bi HDP'ê de derketiye holê jî di binê bendê de bimîne. Û dîktator wê bendê derbas bikin. Ji ber vê yekê eger em di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin yên digotin 'Kobanê li ber ketinê ye', hingÎ ev yek wê ji bo me neheqiyek be."

AYNA: AKP'Ê XWEST BIKUJE, GERÎLA LEŞKER Û SIVÎL PARAST

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî anî ziman ku ji nasnameyên şexsî wêdetir ew êdî bi nasnameyên siyasî tevlî hilbijartinan dibin û got, "Em hevparê vê erdnîgariyê ne. Vîna me jî wê hevpar be. Hûn neçar in vê qebûl bikin."

Ayna da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê li Agirî serî li provokasyonê daye û leşker şandiye mirinê û got, "Ev fîlm wê hîn bêhtir bên nîşandan. Ewqasî ji xwe bawer in ku senaryoyên wan wê bikevin meriyetê, beriya provokasyonê li qada mîtîngê Erdogan nûçeyê dide. Lê belê li hemberî vê provokasyonê, gerîla ji bo leşker û sivîlan biparêze canê xwe feda kir. Em ê, berdêla wê mirin be jî xwedî li sindoqên xwe derkevin."

...