KCK: Li dijî êrîşan em têkoşîna demokrasî û azadiyê xurt bikin

KCK'ê diyar kir ku AKP'ê der barê pêvajoya çareseriyê û hilbijartinê de konsepteke nû û polîtîkayeke nû daniye pêşiya xwe û destnîşan kir ku ev polîtîka jî meşandina operasyon û provokasyon bi rêya rageşî û pevçûnan e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku AKP'ê der barê pêvajoya çareseriyê û pêvajoya hilbijartinê de konsepteke nû û polîtîkayeke nû daniye pêşiya xwe û destnîşan kir ku ev polîtîka jî meşandina operasyon û provokasyon bi rêya rageşî û pevçûnan e. KCK'ê diyar kir ku AKP neçare tavilê komîsyona çavdêriyê ava bike û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyan bike û got, "Provokasyon û êrîşên li hemberî HDP'ê bi kêrî kesî nayên. Divê ev polîtîkayên xetere û qirêj tavilê bên terikandin. Em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî êrîşan ti carî bi paşve gavê neavêjin û têkoşîna demokrasî û azadiyê hîn bêhtir bi îdîa û biryardarî mezin bikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku Erdogan û desthilatdariya AKP'ê di demên dawî de polîtîkayeke ku di nava civakê de rê li ber rageşî û pevçûnê vedike, dimeşînin û got, "Ev polîtîkaya li ser pevçûn û rageşiyê hatiye avakirin, hem pêvajoya çareseriyê hem jî pêvajoya hilbijartinê xistiye nava rewşeke zehmet. Serdana heyeta HDP'ê ya Îmraliyê bi awayekî objektîf hatiye sekinandin. Komîsyona Çavdêriyê nehatiye avakirin, muzakere nehatiye destpêkrin. Pêvajoya çareseriyê ku bi qasî ji berjewendiyên partiyên siyasî û hilbijartinê re nebe qurban girîng e, hatiye sekinandin. Li şûna ku Komîsyona Çavdêriyê were avakirin û muzakere bê destpêkirin, desthilatdariya AKP'ê di vê demê de ti gav neavêtiye. Li aliyê AKP'ê, dîrektîfên Erdogan rê nîşanî pêvajoyê dide. Erdogan li dijî civîna Dolmabahçeyê ya di navebra heyeta dewletê û heyeta HDP'ê de derketiye. Daye xuyakirin ku ew ne alîgirê avakirina Komîsyona Çavdêriyê ye. Bi daxuyaniyên Erdogan re AKP hem li ser pêvajoya çareseriyê hem jî der barê hilbijartinê de konsepteke nû, polîtîkayeke nû daniye pêşiya xwe. Ev polîtîka polîtîkaya meşandina operasyon û provokasyonan bi rêya rageşî û pevçûnan e."

'PROVOKASYON WEKE PARÇEYEKÎ PLAN Û STRATEJIYEKÊ GAV BI GAV HAT MEŞANDIN'

Di daxuyaniya KCK'ê de ev xal hatin destnîşankirin:

"Bûyer û qewimînên hefteyên dawî, vê yekê piştrast dikin. Provokasyonên bi operasyona li Mêrdînê re destpê kirin, li Agirî-Giyadînê xwe daye der. Dûre li hemberî HDP'ê êrîş hatine kirin. Hewl hatiye dayîn biavêjin ser avahiyên HDP'ê, bi keviran êrîş bikin û tabelya HDP'ê bi zorê were daxistin. Li Antalya, Hatay, Stenbol, Rîze, Bûrsa û herî dawî jî li hemberî navenda giştî ya HDP'ê êrîşa çekdarî hatiye kirin. Bê guman ev rasthatî nînin û mîna parçeyê plan û stratejiyekê gav bi gav hat meşandin. Tevî van hemûyan Erdogan hînê hewl dide hesabê bi dehan welatparêzên di serhildanên 6-7'ê Cotmehê de bi fîşekên polîsan hatin qetilkirin, ji HDP û hêzên demokrasiyê bipirse. Di nava çend hefteyan de li Cizîrê 7 zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Yên ku divê hesabê bi dehan welatiyên li Amedê hatin qetilkirin, hesabê qetilkirina welatparêzên li Cizîr û gelek deverên Kurdistanê bi fîşekên polîsan jiyana xwe ji dest dan, Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bi xwe ye. Bi zîhniyetê dîktatorekî re bi awayekî li ber xwe nakeve hewl dide hesabê vê ji HDP û tevgera azadiyê bipirse. Bi vê yekê re nîşan dide ku ew ê polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî û çandî dewam bike.

'AKP DIXWAZE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIKE QURBANÊ HILBIJARTINÊ'

AKP dixwaze pêvajoya çareseriyê ji berjewendiyên partiya xwe û pêvajoya hilbijartinê re bike qurban. Ji ber vê yekê, uslûbekî zordar, şoven, otorîter û rageşiyê bikar tîne. Piştî van uslûp û daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP'ê, tê fêmkirin ku bê çima bi israr hewl tê dayîn gerîla bikşînin nava şer û êrîşî HDP'ê tê kirin. Divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê baş bibînin ku AKP şer bi çi rengî sor dike. Di rewşeke ku hêzên me yên gerîla li gorî ruhê agirbestê tevdigere de, bombebarana qadên gerîla bi obus û hawanan ji alyê artêşa Tirk ve, tevgera balafirên şer û keşfê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û operasyonên tên meşandin, xetere ne.

'XURTBÛNA HDP'Ê AKP'Ê DITIRSÎNE'

Bilindbûna projeya jiyana demokratîk û azad a HDP'ê, Erdogan û desthilatdariya AKP'ê gelekî ditirsîne û dixe nava fikaran. Yek ji armancên êrîş û provokasyonên wan jî; hiştina HDP'ê di binê bendê ye. Ji bo vê yekê jî rageşî, pevçûn û provokasyonên bi her şêweyî di nav de, çi ji destê wan tê dikin. Lê belê tirs bi kêrî ecelê nayê. Divê HDP bi ti awayî nekeve nava betaliyê, ji xwe niha bend derbas kiriye, hilbijartin qezenç kiriye. Ev xurtbûna HDP'ê lezê dide trenda serberjêriya AKP'ê. Ev yek jî tê wateya afirandina mercên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd. Hemû gel û bawerî, di serî de jin û ciwan hemû kedkar, hêzên demokrasiyê, alîgirên aştî û azadiyê yên hesreta Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistana azad dijîn, wê destekê bidin HDP'ê. Demokrasî û azadiya rasteqîn, aştî û biratiya rasteqîn wê li ser vê bingehê bi pêş bikeve.

Erdogan û desthilatdariya AKP'ê neçare van rastiyan bibînin û li gorî vê polîtîkayê bimeşînin. Ji bo vê jî neçar e tavilê Komîsyona Çavdêriyê ava bike û bi Rêber Apo re ji bo muzakereyê rûnê. Provokasyon û êrîşên li hemberî HDP'ê bi kêrî kesî nayên. Divê ev polîtîkayên xetere û qirêj tavilê bên terikandin. Em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî êrîşan ti carî bi paşve gavê neavêjin û têkoşîna demokrasî û azadiyê hîn bêhtir bi îdîa û biryardarî mezin bikin."