YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên ku di berxwedana rizgarkirina gundên Kobanê û Serêkaniyê dde jiyana xwe jidest dane bi 2 daxuaniyên cûda aşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên ku di berxwedana rizgarkirina gundên Kobanê û Serêkaniyê dde jiyana xwe jidest dane bi 2 daxuyaniyên cuda aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de got: “Gava rizgarkirina hemû gundên Kantona Kobanê bi hemû hêz û leza xwe ji aliyê şervanên me berdewam dike, û hemleyên ku me li her sê aliyên kantonê di dema buhurî de li dar xistibû serkeftî bi encam bûne, û rê li ber hemleyên nû vekirine, hemleyên ku navê şehîdan hil dide heta niha armanca ku YPG li ser esasê wê tekoşîn dike bi hêz û berfirehtir dike.”

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Bi ermanca rizgarkirina gundên ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn, û ji bo tolhildana hevalên şehîd, Di dema buhurî de me li bejahiya Kobanê 3 hemleyên rizgarkirinê ên berfireh destpê kir bû, hemleya tolhildana şehîdên Mendik û şehîd Hogir, hemleya tolhildana şehîd Agirî û şehîd Herdem, dîsa hemleya şehîdên Girik ku heta neha dewam dike, û di dirêjahiya wan de bi dehan gund û tepeyên Kobanê hatin rizgar kirin, dîsa wek ermanc ku me destnîşan kiribû gelek navendên hêza Daiş ji aliyê şervanên me di van hemleyan de hatin rûxandin, û di nav wan de kesên payebilind jî hebûn gelek çete hatin kuştin û sîlahên wan hatin bi dest xistin.

Di van hemleyan de hevalên me bi moral û fedekariyekî pir mezin tevlîbûna xwe çêkirin û serkeftin dîsa kirin para dîroka mirovahiyê, û ji bo ku ev hemlane biser bikevin heta dawiyê şer kirin û hijmarek ji wan bê terdud heta şehadetê çûn, û xwîna xwe diyarî axa Kobanê a pîroz kirin.

8 Rêhevalên me yên ku rolek mezin di serkeftina hemleyê de leyîstin û ji Êrîşên hovane re bun bersiv bi lehengiyek bê hempa tevlî nava refên Pakrewanan bun

Em wek hêzên YPG û YPJ li di şexsê her 8 hevalên me de tevahî şehîdên Kobanê hevalên ku di van hemleyan de şehîd bûne bibîr tînin, û soza tolhildana wan dubare dikin û li ser şopa wan asta tekoşîna xwe em bilidtir dikin.

Ji bo me her şehîdek çavkaniya fikr û ramanê berxwedanê ye, û li ser vî esasî em hemleyên xwe li bejahiya Kobanê berdewam dikin û emê nû bikin, ta ku em tevahiya gundan rizgar bikin, û li ku dibe bera bibe ji bo bîranîna wan hevalên şehîd emê derbeyên giran li Daiş bixin ta ku careke din ne daiş û ne terorîstên mîna wê hewl nedin erda me dagir bikin û ne fikrin êrîşî gelê me bikin.ˮ

Nasnama şervanan wiha ye:

 -Yusif Mehsum Îdrîs, bi nasnavê Adil Avarîn, li Efrînê ji dayik bûye, 18’ê nîsana  2015’an li  Girê şehîd Sîdar – Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

-Furkan Salcan, bi nasnavê Dilgeş Amed,  li Amedê ji dayik bûye, 18’ê nîsna 2015 Girê Şehîd Hecî – Kobanê jiyana xwe ji dest da.

-Nazmî Dogan, bi nasnavê Elîşêr Mordem, li Çewlikê ji dayik bûye,  17’ê nîsana 2015’an li  Gundê Çelebî Kobanê jiyana xwe ji dest da.

-Firat Yilmaz, bi nasnavê Erdal Garzan,  li Edeneyê ji dayik bûye, 17’ê nîsana 2015’an li  Kobanê – Gundê Xirabişk jiyana xwe ji dest da.

-Cîhan Duman, bi nasnavê Heqî Şadî, li Erzirom Xinisê ji dayik bûye, 18’ê nîsana 2015’an li Girê Şehîd Sîdar – Kobanê jiyana xwe ji dest da.

-Şiyar Hemze, bi nasnavê Hogir Kobanê, li Kobanê ji dayik bûye 18’ê nîsana 2015’an Girê Şehîd Sîdar – Kobanê jiyana xwe ji dest da.

-Mezlum Îsmaîl, bi nasnavê Mezlûm Helinc li Kobanê ji dayik bûye, Cih û dîroka Şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an li Gundê xirab işk – Kobanê

-Mehmûd Hesen, bi nasnavê Şoreş Çirav li Sêrtê ji dayik bûye, Cih û dîroka Şehadetê : 16’ê nîsana 2015’an li Gerê Şehîd Hacî – Kobanê

 -Ebdulrezaq Mustefa, bi nasnavê Kawa Rawiya, li Serêkaniyê ji dayik bûye, Cih û dîroka şehadetê : 17’ê nîsana 2015’an  Serêkaniyê

-Erdal Şaşik, bi nasnavê Mahîr Can, li Dîgorê ji dayik bûye, Cih û dîroka şehadetê : 9 – 2013’an Serêkaniy – Gundê Elok