Ji bo 4 gerîlayên 1996’an jiyana xwe ji dest dan merasîm

Cenazeyên gerîlayê ARGK’ê Mehmet Ogurlu (Dilovan) û sê gerîlayên nasnameya wan nehat diyarkirin ên li bejahiya Farqînê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Ahmet û Şehîd Hêvîdar hatin defnkirin.

Cenazeyên gerîlayê ARGK’ê Mehmet Ogurlu (Dilovan) û sê gerîlayên nasnameya wan nehat diyarkirin ên li bejahiya Farqînê salên 1990’an di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Ahmet û Şehîd Hêvîdar hatin defnkirin.

Cenazeyên gerîlayê ARGK’ê Mehmet Ogurlu (Dilovan) ê 28’ê Îlona 1996’an û sê gerîlayên nasnameya wan nehat diyarkirin ên salên 1990’an li bejahiya navçeya Farqînê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Ahmet û Şehîd Hêvîdar ya li gundê Sisê yê girêdayî Lîce hatin defnkirin. Di merasîma cenaze de malbata Ogurlu, hevşaredar, rêveberên HDP û DBP’yî, endamên MEYA-DER û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê dirûşma, "Şehîd namirin" hat gotin. Piştî cenazeyê Ogurlu spartin axê rêzgirtin pêk hat.

Hevserokê MEYADER a Lîce Mehmet Yaşar di axaftina xwe ya merasîmê de got, "Heval Dilovan û hevalên wî wê bi fedakarî û qehremaniyên xwe li Kurdistanê bijîn. Serê Gelê Kurd sax be.”

Dayika Ogurlu, Saniye Ogurlu jî got, "Ez dayika 4 parçe Kurdistan û şehîdan im.”

Girse paşê derbasî Farqînê cihê taziye lê hatiye dayîn bû.