Cenazeyên şervanê YPG’ê anîn Riha

Cenazeyên 3'ê şervanên YPG'ê Furkan Salcan (Dilgêş Amed) , Nazmî Şafak Dogan (Alîşêr Mordem) û Cîhan Dûman (Heqî Şadî) ên ku di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Cenazeyên 3'ê şervanên YPG'ê Furkan Salcan (Dilgêş Amed) , Nazmî Şafak Dogan (Alîşêr Mordem) û Cîhan Dûman (Heqî Şadî) ên ku di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê.

Di encama operasyonên YPG'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di 17 û 18'ê Nîsanê de 3'ê şervanên YPG jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê şervanê YPG'ê Furkan Salcan (Dilgêş Amed) , Nazmî Şafak Dogan (Alîşêr Mordem) û Cîhan Duman (Heqî Şadî) yên 18'ê Nîsanê li Girê Sîdar jiyana xwe ji dest dan, di Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê derbasî Pirsûsa Rihayê hatin kirin. Cenazeyên şervanan ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER'ê ve, ji rayedarên Kantona Kobanê hatin wergirtin. Cenazeyên Salcan, Dogan û Duman li Taxa Alîgorê ya Pirsûsê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin.

Cenaze bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî Serok Apo" anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Piştî karûbarên otopsiyê dê cenazeyên Salcan ber bi Amedê, cenazeyê Dogan Erzoromê û cenazeyê Duman jî ber bi Çewligê bên şandin.

Hat ragihandin ku cenazeyê Salcan wê sibê li Goristana Yenîkoyê, cenazeyê Dogan li navçeya Xinisê ya Erzuromê li gundê Mole Çelê, cenazeyê Duman jî li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li gundê Mezra Ceban bên definkirin.