Şervanê YPG'ê Dogan, Dûman û Salcan bi girseyî hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê yên li Kobanê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan Nazmî Şafak Dogan li Kanîreşê, Cîhan Dûman li Xinisê û Fûrkan Salcan jî li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxikirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 20 avrêlê 2015, 15:34
Şervanên YPG'ê yên li Kobanê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan Nazmî Şafak Dogan (Alîşer Mordem) li Kanîreşê, Cîhan Dûman (Hakkî Şadî) li Xinisê û Fûrkan Salcan (Dilgeş Amed) jî li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxikirin.
JI BO DOGAN LI GUNDÊ CEBAN MERASÎM HAT LIDARXISTIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nazmî Şafak Dogan (Alîşer Mordem) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Ceban ê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê hate veşartin. Cenazeyê Dogan li pêşiya navçeyê ji aliyê namzetên HDP'ê, nûnerên saziyan û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Dogan bi konvoyeke qelebalix ber bi Kanîreşê ve derxistin rê. Konvoya cenaze di rê de ji aliyê gel ve bi nîşaneyên serketinê û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Dogan li duryana rêya Kanîreşê ji aliyê bi sedan welatiyan ve bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hate pêşwazîkirin û piştre ber bi gundê Ceban ve hat şandin. Cenazeyê Dogan li pêşiya gund ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de alên YPG, YPJ, PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Di konê li gund hat vedan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin.
Ji ber baran zêde cenazeyê Dogan demekê di ambulansê de hat sekinandin. Piştre cenaze hat wergirtin û birin malê. Piştî demekê girseya gel cenaze bir goristanê. Cenazeyê Dogan li goristanê bi dirûşmeyan hate definkirin. Piştî karên definkirê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Dûre karên definkirinê bi dawî bûn girse derbasî konê sersaxiyê bûn. Parlamenterê HDP'ê Demîr Çelîk û Namzetê HDP'ê yê Çewlikê Serhat Gumuş li vir axaftinên kin kirin û sersaxî li malbatê dan. Piştre girse ji gund veqetiya.
CENAZEYÊ DÛMAN LI GUNDÊ MOLLACELÎ YÊ XINISÊ HAT VEŞARTIN
Cenazeyê şervanê YPG'ê Cihan Dûman (Hakkî Şadî) ê ku di 17'ê Nîsanê de li Kobanê pê li mayîna çeteyên DAIŞ'ê kir û jiyana xwe xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û şevê din anîn navçeya Xinisê ya Erziromê. Cenazeyê Dûman li ser rêya Mûş-Gimgimê ji aliyê Hevserokên HDP û BDP'ê yên Erzîromê û bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê hilgirt. Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" cenazeyê Dûman bi konvoyeke qelebalix ber bi gundê Mollacelî yê Xinisê ve birin. Piştî wecîbeyên olî yên li gund bi duayan hate definkirin.
Piştî karên definkirinê bavê Dûman Mehmet Îsa Dûman axivî û diyar kir ku serê tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Bav Dûman got: "Divê êdî hemû kes çavên xwe vebikin û berê xwe bidin ka şehîd li ku derê tên bibînin û li gorî wê biçin hilbijartinê. Ti caran em li dû şehîdên xwe negirîn û nagirîn. Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd şehîdên xwe ji bîr neke û xwedî li şehîdên xwe derkeve." Piştî axaftinê girseyê dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kir û konê sersaxiyê ziyaret kir.
SALCAN LI GORISTANA YENÎKOY A AMEDÊ BER BI RÊWÎTIYA BÊ DAWÎ VE HAT OXIRKIRIN
Şervanê YPG'ê Fûrkan Salcan (Dilgeş Amed) di şerê li gundê Girê Şehîd Hecî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 18'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Salcan ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenazeyê bû. Cenazeyê Salcan bi ala PKK'ê hat xemilandin û ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin. Welatiyan heta goristanê bê navber bi berzkirina dirûşma"Şehîd namirin" meşiyan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Salcan hat veşartin.
Di merasîmê sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin. Hevserokê MEYA-DER'ê Mehmet Yaşar di merasîmê de axivî û got ku heta Salcan û hevalên wî hebin wê Rojava li ser piyan be. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî axivî. Onen diyar kir ku hêviyên Salcan û hevalên wî jiyana azad û watedar e û got: "Em ê her tim şopdarê hêvî û rêya şehîdên xwe bin. Heta ku jiyana azad ava bibe ev têkoşîna wê bidome."
Piştî axaftinan welatî ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê yê li Mala Şînê ya Dercimtiyê hatiye vedan.