'Wê ciwanên Kurd li her cihî xwe rêxistin bikin'
Ciwanên Kakaî, Êzidî û Sunnî yên tevlî Kongreya Ciwanên Welatparêz bûn peyama têkoşîna hevpar dan.
Ciwanên Kakaî, Êzidî û Sunnî yên tevlî Kongreya Ciwanên Welatparêz bûn peyama têkoşîna hevpar dan.
Ciwanên Kakaî, Êzidî û Sunnî yên tevlî Kongreya Ciwanên Welatparêz bûn peyama têkoşîna hevpar dan.
Ciwanên Kurd ên tevlî Kongreya Tevgera Ciwanên Welatparêz a li Silêmaniyê bi şîara “Bi ruhê şoreşger ê ciwanan em civaka azad ava bikin” bûn, banga têkoşîna hevpar dan.
Ciwanên ji ANF’ê re axivîn gotin ku tenê bi têkoşîna hevpar gelê Kurd dikare azad bibe.
'ENCAMA TÊKOŞÎNA APOYÎ'
Endama Rêveberiya Ciwanên Welatparêz Nerîman Ehmed, diyar kir ku 'ji salên 90’an ve li ser esasê felsefeya Apoyî li Başûrê Kurdistanê ciwan têkoşînê bi rê ve dibin û got, "Ev kongre di encama vê têkoşîna bi berhem a dirêj de pêk hatiye.”
'EM Ê LI HER CIHÊ XWE RÊXISTIN BIKIN'
Ehmed axaftina xwe wiha dewam kir: “Ne tenê li Başûrê Kurdistanê; li Bakur, Rojhilat, Rojava bi tevgerên ciwanan re me têkilî çêkirin. Bi ruhê vê yekîtiyê re, bi felsefeya Apoyî em têkoşîna xwe didomînin. Ji niha û pê ve jî bi heman ruh û zanebûnê li her cihî em ê xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe pêş bixin.”
'CIWANÊN ŞENGALÊ HÊZA XWE AVA DIKE'
Ciwanê Şengalî Sabah Çaçan ê ji Şengalê tevlî kongreyê bû, got ku piştî komkujiya li Şengalê ciwanên Şengalê pergalan, desthilatdariyan hê zêdetir lêpirsîn dikin û wiha dewam kir: “Bi hê zêdetir xwe rêxistinkirin û têkoşînê em ancax xwedî li bîranîna komkujiya Şengalê dikarin derkevin.”
'EM PIRSGIRÊKÊN WELAT Û GELÊ XWE NÎQAŞ DIKIN'
Yek ji ciwanên Kakaî yê ji Daqûq a Kerkukê tevlî kongeyê bû banga têkoşîna hevpar li ciwanên Kurd ên xwedî baweriyên din kir û wiha axivî: “Cara yekemîn e em bi evqas ciwanan re tên gel hev. Pirsgirêkên welêt û gelê xwe nîqaş dikin. Ji bo me Kakaiyan û tevayî ciwanan ji vê hê xweştir tiştek nîne.”
'EZ BANGA RÊXISTINBÛNÊ LI TEVAYÎ JINÊN CIWAN DIKIM'
Jina ciwan a bi navê Fêrmesk a got,"Pêwîst e em jin li her qadê xwe rêxistin bikin. Dema têkoşîn bê dayîn pirsgirêkeke ku çareser nebe nîne” axaftina xwe wiha domand: “Îro li salonê dîtina evqas jinan kêfxweşî û şadiyeke pir mezin e. Lê hê jî rêxistinbûna me kêm e. Divê jin hê zêdetir xwe rêxistin bikin.”