'Gazîtî tê wateya pêşengiya têkoşînê'
"Gazîtiya Kurdistanê, berevajî ya di nava sîstem û artêşên klasîk de nayê wateya bê bandorî û bêxêrûbêriyê. Tê wateya zêdebûna berpirsyariyê û pêşengtiya ji têkoşînê re."
"Gazîtiya Kurdistanê, berevajî ya di nava sîstem û artêşên klasîk de nayê wateya bê bandorî û bêxêrûbêriyê. Tê wateya zêdebûna berpirsyariyê û pêşengtiya ji têkoşînê re."
"Gazîtiya Kurdistanê, berevajî ya di nava sîstem û artêşên klasîk de nayê wateya bê bandorî û bêxêrûbêriyê. Tê wateya zêdebûna berpirsyariyê û pêşengtiya ji têkoşînê re."
Hin ji şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojavayê Kurdistanê di şerê li hemberî DAIŞ'ê de birîndar bûn û bûn Gazî, hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî 6. Konferansa Xaziyên Kurdistanê bûn. Xaziyên YPG û YPJ'î der heqê konferansê de ji ANF'ê re axivîn.
'EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'
Ji şervanên YPG'ê Bahoz Dêrik hestên xwe bi vî rengî anî ziman: "Ez ji Dêrikê hatim. Di sala 2011'an de tevlî refên YPG'ê bûm. Li Dêrikê ketim nava şer. Me serketineke mezin di vî şerî de bi dest xistin, me xaka xwe azad kirin. Piştî Dêrikê ez derbasî Til Temirê bûm, birîndar bûm û bûm Gazî. Min çavekî xwe winda kir. Niha li çiyayên azad tevlî vê konferansê dibim. Bi rastî jî konferanseke gelekî çêker û berhemdar bû. Gelek hevalên mîna min birîndar û Gazî bûn, tevlî vê konferansê bûn. Di têkoşîna me de rewşên bi vî rengî her tim dikarin rû bidin. Lê belê ya girîng mezinkirin û dewamkirina têkoşînê ye. Li gel hemû hevalên tevlî konferansê bûn, bêyî li pirsgirêka fîzîkî bi aliqin, biryardariya pêşvebirina têkoşînê hebû. Ez jî, bi moral û coşa ji konferansê wergirtiye re, bi berpirsyariya xwe rabim."
'LÊGERÎNA MIN A AZADIYÊ ZÊDETIR BÛ'
Şervana YPJ'ê Ronahî Amed jî got, "Ji destpêka şoreşê ve li Dêrikê min di şerê azadiyê de cihê xwe girt. Û li vir min lingekî xwe winda kir. Şerê li Rojava şerekî mirovahiyê bû û me ev şere mirovahiyê, şerê azadiyê qezenç kir. Mîna her carê hêzên faşîst ên dagirker winda kirin. Ji xwe armanca vê konferansê jî ev bû, pûçkirina êrîşên bi vî rengî. Navê wê li ser e; Konferansa Xaziyan. Hevalên me yên birîndar bûn, parçeyek ji bedena xwe winda kirin, beşdarî vê konferansê bûn. Di nava sîstemê de, di nava artêşên sîstemê de yên birîndar dibin, bi taybetî jî yên organek ji bedena xwe winda kirine, mîna kêrnehatî, bê fonksiyon tên dîtin. Sîstema wan bêxêrûbêr dike. Lê belê di nava me de rewş ne wiha ye. Mirov di her şert û mercî de di nava lêgerîna meşandina tiştekî de ye. Dibe ku piştî mirov birîndar dibe, hîn bêhtir xwe li pêşberî têkoşînê berpirsyar dibîne. Lewma hemû heval bi van hestan nêzî konferansê bûn. Konferanseke baş derbas bû. Encamgir bû. Em ê jî li ser vê bingehê, bi coş û biryarên ji konferansê derketiye re, xebat û wezîfeyên xwe bi awayekî aktîf û pêşengiyê bicih bînin."
'EM Ê RÊBERTIYÊ XWE AZAD BIKIN'
Şervana YPJ'ê Sosin Amed jî wiha axivî: "Mîna her ciwanekî Kurd, her mirovekî hestiyar min jî li Dêrikê cihê xwe di şerê azadiyê de girt. Di sala 2012'an de tevlî refên azadiyê bûm. Min li vir ruhekî bêhempa yê berxwedanê û misogeriya azadiyê dît û cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Li herêma Til Temirê di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de gazî bûm, min milekî xwe winda kir. Lê belê piştî vê rewşê, ez hîn bêhtir çalak û bi daxwaz tevlî têkoşînê bûm. Armanca hatie min a vê konferansê ev e. Ji xwe di konferansa me de jî ji aliyê hemû hevalan ve hat destnîşankirin ku piştî Gazîbûnê berpirsyariya mirovan a li pêşberî têkoşînê zêde dibe. Weke şervanên Kurdistanê me serketina vîn û baweriyê nîşan dan, em nîşan didin. Ev rastî di rewşa birîndariyê de jî bi heman rengî ye. Niha gelek hevalên me, bi şêweyekî ku tibbê matmayî bihêlin zû radibin ser piyan û ji nû ve tevlî jiyan û têkoşînê dibin. Gerîla û xaziyê Kurdistanê bi vî rengî ye. Li ser vê bingehê em ê biryara pêşengtiyê ya di konferansê de derket û azadiya Rêbertiyê xwe esas bigirin û bî rengî wezîfeyên xwe bicih bînin. Di ruhê vê konferansê de serketin heye."