Komuna gundê Xaşûga yê Til Berakê hat avakirin
Li gundê Xaşûga yê Til Berak ê ser bi Kantona Cizîr, komuna gund hat avakirin.
Li gundê Xaşûga yê Til Berak ê ser bi Kantona Cizîr, komuna gund hat avakirin.
Li gundê Xaşûga (Kefçî) yê Til Berak ê ser bi Kantona Cizîr, komuna gund hat avakirin.
Bi armanca avakirina komuna gund, bi beşdariya bi dehan kesî re civîk hat lidarxistin. Di civîna ku piraniya beşdarên wê jin bû de, bal hat kişandin ser fonksiyon û girîngiya sîstema komun û hat destnîşankirin, ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gund, ji bo careke din gund bibe xwedî xêrûbêriya civakî û tirs ji holê were rakirin, sîstema komunê mecbûriyeteke.
Rojîn Newaf a ji bo Hevserokatiya komunê hat hilbijartin da xuyakirin, ku bi avabûna komunê re wê li gund careke din ji bo jinan jiyaneke nû destpê bike.