AKP di îhaleya ji bo rakirina Heskîfê ji şûna xwe de israr dike
Hikûmeta AKP'ê ya di çêkirina Bendava Ilisû ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle israr dike, ji bo rakirina Tirba Zeynel Beg ji şûna xwe, wê cara duyemîn îhaleyê bike.
Hikûmeta AKP'ê ya di çêkirina Bendava Ilisû ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle israr dike, ji bo rakirina Tirba Zeynel Beg ji şûna xwe, wê cara duyemîn îhaleyê bike.
Hikûmeta AKP'ê ya di çêkirina Bendava Ilisû ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle israr dike, ji bo rakirina Tirba Zeynel Beg ji şûna xwe, wê cara duyemîn îhaleyê bike. Tê gotin ku rakirina tirba ji 1100 tonî, wê 250 rojî dewam bike. Serokê Komeleya Dildarên Hawidorê ya Heskîfê Recep Kavûş nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku AKP di oxira berjewendiyên xwe de nirxên neteweyî ji holê radike.
ŞÎRKETÊN DIZANIN WÊ TIRB JI HEV BELAV BIBE, NEKETIN ÎHALEYÊ
Yek ji berhemên dîrokî yê zerarê ji gola Bendava Ilisû ya li Heskîfê bibîne, Tirba Zeynel Beg e. Tirk piştî 550 salî wê cih biguherîne. Ji bo rakirina Tirba Zeynel Beg ji şûna xwe, ku wê di binê ava Gola Bendava Ilisû de bimîne, cara duyemîn îhale tê kirin. Ji bo veguhastina tirba ji giraniya 1100 tonî, Serokatiya Daîreya Bendav û HES'ê ya Midûriyeta Giştî ya DSÎ, cara duyemîn îhaleyê dide destpêkirin. Tê plankirin ku di 25'ê Gulanê de li Navenda Giştî ya DSÎ îhale were kirin. Di îhaleya meha Çileyê de daxwaz ji kesî nehatibû.
Tevî ku ji bo veguhastin Tirba Zeynel Beg a yek ji berhemên girîng ê dîrokî û hunerî yê Heskîfê ye daxwaza îhaleyê nehat jî, cara duyemîn îhale tê kirin. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Heskîfê Recep Kavûş diyar kir ku divê zanyar nebin hevkarê tinekirina mîrateya dîrokî-çandî.
'DIVÊ ZANYAR NEYÊN LÎSTIKA AKP'Ê'
Kavûş got, "Zeynel Beg yek ji begên destpêkê yên Tirkên ji Asya Navîn hatiye Anatoliyê ye. Neviyê Ûzûn Hasan Zeynel Beg, qaşo divê di nava hesasiyetên neteweyî yên AKP'ê de bûya. Lê belê, tevgereke welê ye ku ji bo enerjiyeke biçûk çav berdaye tirba pêşiyê xwe. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku hikûmeta AKP'ê ku ji bo berjewendiyên xwe dikare berhemên dîrokî û çandî yên hezaran salî tine bike. Lê belê em weke aktîvîstên hawirdorê û mîrateya dîrokî diparêzin, em ê li hev kom bibin û eger pêwîstî pê hebe em ê li cihê îhale lê were kirin nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Di vê mijarê de em bang li zanyaran dikin ku nebin hevkarê komkujiya dîrokî ya AKP dike."
LI PÊŞIYA BENDÊ 153 ŞERT HENE
Kavûş anî ziman ku ji bo temambûna Bendava Ilisû ya Heskîfê di binê avê de bihêle 153 şert hene û herî dawî ev xal destnîşan kir:
"Wê nikaribin bendava Ilisû temam bikin. Eger temam bikin jî wê bicih neyê. Li pêşiya hikûmetê 153 şert hene. Yek ji van şertan jî, ji 50 berhemên di binê avê de bimînin yek jê Tirba Zeynel Beg e. Hikûmeta AKP'ê ti carî nikare vê tirbê bi saxlemî ji şûnê rake. Di vê mijarê de em bang li şîrketan dikin ku nekevin îhaleyê, di oxira sê-çar qurişan de nebin hevkarê tinekirina dîroka bi hezaran salî. Di rewşeke berevajî de wê weke 'qetlîemkarên çandê' di dîrokê de werin bîranîn. Ne pêkane ku berhemeke ji sedhezaran tonî ji şûnê bê rakirin. Mesele ne veguhastina Zeynel Beg an jî berhemên din ên dîrokî ye. Mesele ew e ku ev berhem bi Çemê Dîcleyê re bûne yek. Em dibêjin ku divê li şûna xwe bimînin."