Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, der barê pevçûnên roja 221. a berxwedana Kobanê û çalakiyên li Kantona Cizîrê de agahî da.
LI DERDORA QEREQOZAXÊ 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê li hemberî gund û pira Qereqozaxê êrîşek pêk anîne û piştî pevçûneke dijwar, êrîşa çeteyan hatiye şikandin. Navendê ragihand ku li dû şikandina êrîşê hêzên YPG/YPJ'ê li qadê derketine operasyonê û ev operasyon danê êvarê bi awayekî serketî bi dawî bûye.
Li gorî daxuyaniyê, di operasyon û pevçûnên li vê qadê de 17 çete hatin kuştin, termê 5 ji wan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê.
Navendê diyar kir ku danê vê sibehê saet di 06:00 de jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêma Girê Sor û gundê Til Ebrê yên başûrrojavayê Kobanê kirin û pevçûnên li ser vê êrîşê destpêkirin, bi dijwarî dewam dikin.
LI BAŞÛRÊ TIL TEMIRÊ ÇALAKIYÊN YPG/YPJ'Ê LI DIJÎ 4 NUQTEYÊN ÇETEYAN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser pevçûnên li rojavayê Kantona Cizîrê û da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrê Til Temirê êrîş3ı 4 nuqteyên cuda yên çete lê bûn, kirin.
Li gorî daxuyaniyê; êrîşê li gundê Qebr Şamiya ya ku dikeve navbera Til Temir û pira Xerîta motorek a çeteyan hat ruxandin, wesaîtek leşkerî jî hat derbkirin.
Hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Refretê jî avahiyeke komeke çete ya segvan xwe tê de bi cih kiribû kirin hedef û di vê çaakiyê de avahî tevî çeteyên tê de hat rûxandin.
Li mefreqa Sedîq jî li hemberî çeperên çeteyan çalakî hat lidarxistin û lê belê encama van her sê êrîşan nehat zelakirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşê dawî li gundê Til Nicma hat lidarxistin û çeteyek hatiye kuştin.