Şervanê YPG’ê Varli li Çinarê hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Varli yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Çinarê hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Varli yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Çinarê hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Varli yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Çinarê hat defnkirin.
Şervanê YPG’ê Ramazan Varli (Şervan Elvendî) 21’ê Nîsanê li bajaroka Sirrin a Kobanê di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest. Cenazeyê Varli, danê nîvro ji Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin û anîn Amedê. Cenaze li Ava Petrol a di ketina Amedê de ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan anîn Goristana Yenîkoy, wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Cenazeyê Varli ji aliyê sedan kesan kesan ve ku di nav wan de endam û rêveberên DBP, DÎAY-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê jî hebûn hat wergirtin û ber bi Taxa Elvendî ya girêdayî navçeya Çinar ve derxistin rê. Cenaze li Taxa Elvendî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dirûşmên, "Şehîd namirin", "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me" hat pêşwazîkirin. Cenaze di ketina taxê de ji aliyê ciwanan ve hat hilgirtin, bi tilîlû û dirûşman anîn goristanê. Dema cenazeyê şervanê YPG’ê Varli hat defnkirin, li ser daxwaza dayika wî tulbenda spî danîn ser gorê.
Hevseroka Şaxa MEYADER a Amedê Ayşe Dîcle ya di merasîma cenaze de axivî sersaxî ji malbatê re xwest. Dîcle got ku bi saya kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane tevgera Kurd gihiştiye vê merheleyê. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Oner Onen jî diyar kir ku di nav 7 rojan de 7 cenazeyên şervanên YPG’ê hatine Amedê û got, "Hevalên me yên şehîd ketin, di rêyeke bi rûmet û şeref de jiyana xwe ji dest dane.”
Piştî axaftinan malbata şervanê YPG’ê derbasî mala taziyeyê bûn, gel jî vegeriya Amedê.