Heyeta Kobanê li Parlamenta Awûstûyayê hevdîtin kir
Serokê Desteya Karên Derve Îdrîs Nassan û Serokê Desteya Karên Tenduristiyê yên Kobanê Nassan Ahmad, li Parlamenta Awûstûryayê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hevdîtin kirin.

Nassan û Ahmad, ji Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê Andreas Schîeder, ji Partiya Keskan Bêrîvan Aslan, ji Partiya Gel a Awûstûryayê Elîzabeth Pfurtscheller û Andreas Zakostelsky ziyaret kirin. Serokên Desteyan der barê rewşa heyî ya Kobanê de agahî dan parlamenteran bal kişandin ser girîngiya alîkariya ji derveyî welat bê.
SOZA ALÎKARIYÊ HAT DAYÎN
Nassan û Ahmad dan xuyakirin ku Kurdan bi alîkariya koalîsyona navneteweyî çeteyên DAIŞ'ê têk birine û di pêvajoya ji nû ve avakirinê de banga piştevaniyê li hêzên demokratîk kirin.
Parlamenterên ku eleqeyeke mezin nîşanî Serokên Desteyan dan, soza alîkariyê dan.
Heyeta Kobanê her wiha wê rojên Sêşem û Pêncşemê li bajarê Grazê û li paytext Viyanayê beşdarî civînên gel bibe.