Îran, li Rojhilatê Kurdistanê tîryakê teşwîq dike
Rejîma Îranê, li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo bikaranîna tîryakê ciwanên Kurd teşwîq dike. Li Çayxane û qehwexaneyan çav li bikaranîna nargîle û tîryakê tê girtin.
Rejîma Îranê, li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo bikaranîna tîryakê ciwanên Kurd teşwîq dike. Li Çayxane û qehwexaneyan çav li bikaranîna nargîle û tîryakê tê girtin.
Li çayxane û qehwexaneyên li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê bi teşwîqa rejîma Îranê madeyên tîryakê tên bikaranîn. Li taxên Tezbît û Îslamabad ên Salmasê li çayxane û qehwexaneyan bikaranîna tîryakê tê teşwîqkirin. Tevî nerazîbûna niştecihên taxê jî ku tiştek nayê kirin gumana zêde dike. Hat diyarkirin ku qimek ji ciwanên temenê wan di navbera 15-25’an de fêrî tîryakê bûne û nikarin jiyaneke asayî bijîn.