Gerîlayên HPG’ê Dîneklî û Kîlîm hatin bîranîn

Gerîlayên HPG’ê Murat Dîneklî (Hogir) û Musa Kîlîm (Mazlum Goyi) li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Murat Dîneklî (Hogir) û Musa Kîlîm (Mazlum Goyi) li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Murat Dîneklî (Hogir) ê 24’ê Nîsana 2014’an li sêgoşeya Lîce û Pasûr a Amedê û Darahênê ya Çewlikê di şerekî li hember artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, di salvegera şehadeta xwe de li navçeya Wêranşar a Riha li ser gora xwe hat bîranîn.

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, nûnerê MEYA-DER a Wêranşar Eshet Dîken got, “Me rêheval Hogir ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Wê bîranîna  wan ji têkoşîna me re bibe ronî.”

Hevseroka HDP’a Wêranşar Ayşe Surucu jî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û got, “Gelê Kurd 40 sal in gelek qehremanên xwe spart axê. Em bi saya wan hatin van rojan.”

Birayê Dîneklî yê HPG’yî Çetîn Dîneklî got ku pêwîst e mirov xwedî li bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane derkevin..

GERÎLAYÊ HPG’Ê KÎLÎM NEHAT JIBÎRKIRIN

Li bajaroka Hîlalê ya Qilebanê gerîlayê HPG'ê Musa Kîlîm (Mazlum Goyî) di 4'emîn salvegera şehadeta xwe hat bibîranîn.

Li bajaroka Hîlalê ya navçeya Qileban a Şirnexê gerîlayêê HPG'ê Musa Kîlîm (Mazlum Goyî) di 4 emîn salvegera şehadeta xwe li goristana bajarokê hat bibîranîn. Rêveberên Rêxistinên DBP û HDP yên navçeya Qilebanê û bajarokên wê û namzetê HDP'ê ya Şirnexê Ferhat Encu û gelek welatî tevlî bernameya bîraninê bûn. Li ser goristanê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de bênavber dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Qilebanê Huseyîn Alturk axivî û diyar kir ku şehîd nirxên gelê kurd ê herî mezin e û li ser vê yekê xwedîderketina wan xwedîderketîna têkoşînê ye. Piştre Namzetê HDP'ê Ferhat Encu got ku Mazlum Goyî ji ber azadiya gelê kurd berê xwe da çiyayên Kurdistanê û jiyana xwe ji dest daye. Encu da zanîn ku ew ê heta dawiya jiyana xwe şopdarê têkoşîna şehîdan be.

Apê Musa Kîlîm, Yusuf Kîlîm li ser navê malbatê spasiyên xwe pêşkeşî beşdarvan kir û got ku serê gelê kurd û Rêberê gelê kurd sax be.

Piştî axaftinan welatî ji ser gorê vegeriyan bajarokê û li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajarokê mewlûd hat xwendin.