‘Pêwîst e ciwan sekna exlaqî û polîtîk a têkoşîna bîrdozî pêk bînin'
KCK û Komalên Ciwan, peyam ji kongreya Tevgera Ciwanên Welatparêz a li Silêmaniyê tê lidarxistin re şand.
KCK û Komalên Ciwan, peyam ji kongreya Tevgera Ciwanên Welatparêz a li Silêmaniyê tê lidarxistin re şand.
KCK û Komalên Ciwan, peyam ji kongreya Tevgera Ciwanên Welatparêz a li Silêmaniyê tê lidarxistin re şand. Di peyaman de rola ciwanên Kurd a di pêşeroja azad û demokratîk a Kurdistanê de hat destnîşankirin, pêwîstiya pêşxistina sekna exlaqî-polîtîk a têkoşîna bîrdozî hat diyarkirin.
KCK: RUHÊ CIWANTÎ SERKETINÊ TÎNE
Di peyama ji aliyê KCK’ê ve hat şandin, hat diyarkirin ku kongre tê wateya pêngaveke dîrokî û ev xisûs hatin diyarkirin:
"Bêguman di nava hemû hêz û şepêlan de, rolê ciwanan serekî û diyarkirina encamê ye. Ji ber ciwan jî xwediyê karaktera şoreşgeriyê ne. Lewra her hêza ku bikare bi felsefe û rihê ciwanan xwe bi rêxistin bike û di dema xwe de bi awayekî çalak gavan bavêje, wê demê dikare erkên xwe bi serketî bîne cih. Di vî warî de lidarxistina kongreyê pir girîng e. Bi taybet hûn li ser raman û felsefeya Rêber Apo xebat û têkoşînê dikin. Hûn dixwazin xeta jiyan û têkoşîna ciwanan weke Şehîd Genco, Destîna, Cotyar, Diyar, Karwan, Berxwedan, Derya, Deyan û bi sedan ciwanên din bi ser bixin. Di vê qonaxê de bi xwîna xwe sînorên hatine çêkirin şikandin, gel, xaka Kurdistanê û destketiyên gelê me yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji tarîparêzan û Zuhaqên serdemê parastin. Ev jî erkê we girantir dike.
KCK’ê di peyama xwe de diyar kir tevahiya mirovatiyê û bi taybet gelê Kurdistanê ji ber modernîteya serdemane, rastî aloziyekî kûr bûye û got, “Civak bi giştî û bi taybet ciwan, di bin gefek mezin de ne. Lewra girînge kongreya we giraniya xwe bide ser tekoşîna îdeolojî û rêxistinî, ji bo bikare guhertinan di jiyana ciwan û civakê de çêbike, pîvanên jiyaneke azad bafirîne. Bêguman têkoşîna we li ser mîrasê tekoşîna azadî û felsefeya Rêber Apo bi rê ve diçe ku dibêje, ‘Me bi ciwanî destpê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ xwediyê têkoşîneke wiha û ji bo em bikarin pêşengtiya guhertin û werçerxanên bi vî awayî bikin. Girîng e kongreya we bi awayekî asayî tevnegere, guftûgo, biryarên we û bernameya we ya siberojê van taybetmendiyan di nava xwe de bi cih bike.”
KOMALÊN CIWAN: LI HER QADA JIYANÊ DIVÊ TÊKOŞÎN WERE XURTKIRIN
Komalên Ciwan jî bal kişand ser dîrokîbûn û rola kongreyê ya di afirandina rêxistinbûyîna ciwanên Kurd e û ev xal destnîşan kir:
"Di demeke ku welatê me li aliyekî rastî êrîşên rêxistina çete ya DAIŞ'ê tê û li aliyê din jî bi her şêwe êrîş, qirkirin û asîmîlasyona dewletên netewe re rû bi rû ye de, lidarketina kongreya we di asta dîrokî de girîng e. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Rojava heta Şengal û tevahiya Başûrê Kurdistanê, li dijî zîhniyeta dewleta Îranê ya darvekirina ciwanên Kurd û li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo şikandina vînê û ji holê rakirinê, ciwanên azad ên Kurdistanê îro di nava têkoşîneke mezintir de ne. Ciwanên kurd li dijî êrîşên li Şengal û Kobanê, bi ruh û hişmendiya neteweyî têkoşîn xurt kirin. Ya ku ji niha û pê ve divê were kirin, tacîdarkirina vê xeta têkoşînê bi serketinê re ye.
Bi qasî têkoşîna çekdarî ya îro li Şengal, Kobanê, Mexmûr, Celewla û Kerkûkê tê meşandin, divê li hemberî polîtîkayên mirovan dirizîne û asîmîlasyonkariya modernîteya kapîtalîst sekneke exlaqî-polîtîk were nîşandan. Lewma ne tenê li qadên şer, pêwîste li her qada jiyanê têkoşîn were xurtkirin."