Gerîlayê li Tendurekê birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Gerîlayê HPG'ê Delîl Dozvan (Yildirim Bat) ê di operasyona artêşa Tirk a 10'ê Nîsanê ya li bejahiya Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku gerîlayê HPG'ê Delîl Dozvan (Yildirim Bat) ê di operasyona artêşa Tirk a 10'ê Nîsanê ya li bejahiya Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê ku ji berê ve hatibû plankirin birîndar bû, jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Me beriya niha ragihandibûn ku di 10'ê Nîsanê de li bejahiya Çiyayê Tendurekê yê navçeya Agirî Giyadînê, operasyoneke leşkerî ya berfireh a ji berê ve hatibû plankirin û ji hewayê ve jî hat destekirin, hatiye lidarxistin. Me encamên vê operasyonê beriya niha ji gelê xwe û raya giştî re aşkera kiribûn.

Operasyona ji bo tinekirina nuqteya hêzên me yên gerîla lê bû hat destpêkirin, di şeva 11'ê Nîsanê saet di 03:00 de bi teqandina fîşeka destpêkê ji aliyê artêşa Tirk ve, veguherîbû pevçûnê. Hevalê me Delîl Dozvan (Yildirim Bat) ê di vî şerî de bi lehengî li ber xwe da û birîndar bû, ev demeke tedawî didît, lê belê ji ber birîna xedar, di nava meha Nîsanê de gihîşt şehdaetê."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêhevalê me Delîl Dozvan ê di berxwedana Tendurekê de li gel rêhevalê me Canfeda Serhat ê bi berxwedaneke mezin gihîşt şehadetê, li ber xwe da û birîndar bû, rêhevalekî bû ku gelekî zû tevlî refên têkoşîna azadiyê bû" û hat ragihandin ku Bat ê li Wanê tevlî refên têkoşînê bû û cihê xwe di meşa azadiyê ya li çiyê de girt, bi taybetmendiya xwe ya dînamîk û çalak her li pêş bû û xwedî rêbazeke serketî ya pêşvebirina têkoşînê bû.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Lewma Delîl tê wateya çalakbûyîn, zîndîbûn, tevlîbûna li têkoşînê bi daxwazeke mezin. Rêhevalê me Delîl ev zindîbûna xwe veguherandiye sekneke rêzdariyê. Wî, meşa gerîlatiyê ya xurt a bi fedekariyê di xeta milîtanî ya Apoyî de veguherandiye têkoşeriyeke tûj û zelal û li ser vê bingehê li hember her şêwe dagirkeriyê sekiniye.

Rêhevalê me Delîl li her qada wezîfeyê hewl da gerîlatiryê bi lez û kûrbûneke bi pêş bixîne û milîtaniyeke qewîn a di meşa serketinê de, bi perwerdekirina xwe û rêveberiyên xwe bicih aniye.

Rêhevalê me Delîl Dozvan ê gihîşt şehadetê, mîna rêhevalê me Canfeda yê bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket, wê bibin rêbaza me ya biryardar a têkoşînê. Serketin jî wê soza me be."

Nasnameya gerîlayê HPG'ê yê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:

Yildirim Bat bi nasnav Delîl Dozvan ê ji Wanê. Di Nîsana 2015'an de li Agirî jiyana xwe ji dest da.

...