Aysel Dogan a ku bi têkoşîna ji bo aştiyê dide tê nasîn dewlet ev 17 sal in bi israr wê di girtîgehê de dihêle. Hate hinbûn ku bi kanserê ketiye û nexweşiya wê di merheleya sêyemîn a ji 4 merheleyan e. Ligel biryara Dadgeha Bilind a ‘binpêkirinê’ Dogan hê jî li girtîgehê tê hiştin.
Rewşa endama Koma Aştiyê ya Ewropayê Aysel Dogan a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê cidî ye. Dogan beriya demeke ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di encama israra doktoran de sewqî beşa Onkolojiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Tenduristiya Jinê ya Zekaî Tahîr Burak a Enqereyê hate kirin û li vir nexweşiya wê hate teşhîskirin. Hate hînbûn ku Dogan kansêrê ye û nexweşiya ku ji 4 merhaleyan pêk tê di merhaleya 3’yemîn de ye.
Hate hînbûn ku Dogan roja çarşembê hatiye emeliyatkirin, hucreyên bi kanser hatine paqijkirin û rewşa wê cidî ye. Jibilî vê hate hînbûn ku hucreyên kanserê li deverên din ên laşê wê jî belav bûne. Bijîşkan destnîşan kirin ku divê Dogan bil ezgîn tedawiya kemoterapiyê bibîne. Li ser vê yekê parêzerên Dogan dê serî li Dadgeha Bilind bidin.
Dogan di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de ji aliyê AKP û cemaetê ve hatin lidarxistin de di îlona 2011’an de hate binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Raye Taybet a Meletiyê ve hate girtin. Piştî ku hate girtin rewşa w êli girtîgehê xirab bû. Di 12’ê îlona 2012’an de ji bo tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û ji bo daxwaza parastina zimanê dayikê kete greva birçîbûnê û 58 rojan di girevê de ma. Tê texmînkirin ku nexweşiya wê ji ber vê yekê giran bûye. Ji bilî vê ji ber helwesta rêveberiya Girtîgeya Amedê û leşkeran nexweşiya wê zû nehat teşhîskirin û hate asta xetereyê. Dogan pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî ji ber “evqas girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e, ez ê xwe çawa bînim rojevê” bi awayeke exlaqî qebûl nekiribû.
DOGAN KÎ YE?
Dogan a ku di 1953’an de li Dêrsimê ji dayik bûye ji aliyê dewletê ve di demên cuda de 17 salan hate girtin. Dogan a Zanîngeha Gaziyê qedandiye yekem car di 1980’an de rastî şîdeta dewletê hat. Dogan di salên darbeyê de 2 salan girtî ma û qet dernexistin dadgehê. Dogan di salên 90’an de dîsa bû hedefa terora dewletê. Di gulana 1990’an de li Dêrsimê hate girtin û 11 mehan li Erzînganê girtî ma. Piştî ku ji girtîgehê derket li Dêrsimê di hilbijartinên 1991’an de bû namzeta serbixwe û ligel ku dengeke pir zêde girt jî çûyîna wê ya meclîsê hate astengkirin. Dİ wan salan de ji ber şîdeta dewletê zêde bû Dogan çû Ewropayê. Ligel çû Ewropayê jî dilê w êli welatê bû li vir ji bo azadiya gelê xwe û aştiyê têkoşiya. Dogan li Ewropayê endamtiya KNK’ê kir û di 1999’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke endama 2’yemîn Koma Aştiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.
Dogan dema ku hate Tirkiyeyê bi endamên komê yên din re hate girtin. 10 sal ceza lê hate birîn. Dogan li Girtîgehên Meletî û Elbîstanê ma û 2009’an de ji girtîgehê derket û xebatên xwe yên siyasî domand. Li Dêrsimê Komeleya Akademiya Çand û Baweriya Elewiyan a Dêrsimê ava kir û li vir xebatên xwe domand. Ji ber xebatên komeleyê di bin navê operasyonên KCK’ê yên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate destpêkirin de di 28’ê îlona 2011’an de ji aliyê Dadgeya Cezaya Giran a Raye Taybet a Meletiyê ve hate girtin. Piştî salake 18 sal cesa lê hate birîn. Dogan di 2012’an de li girtîgehan greve birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PAJK û PKK’iyan ve ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Ocalan û daxwaza parastina zimanê dayikê dan destpêkirin de di koma duyemîn de cih girt. Piştî ku Dadgehên Cezaya Giran ên Raye Taybet hatin girtin di 2014’an de dosyaya Dogan li Dadgeha Bilind hate dîtin û ji bo ku careke din ji ber endamtiya rêxistinê dosya bê dîtin, hate xirakirin. Dadgeha Bilind biryar da ku mafê darizandina adil hatiye binpêkirin lê ligel vê yekê jî 4 sal in di girtîgehê de ye. Operasyonên di bin navê KCK’ê de yên ji aliyê AKP û cemaetê ve pêk hatin piraniya wan pûç bûn lê ji ber ku dosyaya Dogan a Erziromê û dosyayên Agiriyê ji aliyê dadgehên herêmî ve hatine encamkirin girtîbûna wan berdewam kir. Dogan ku di tevahiyê jiyana xwe de têkoşîna azadiyê meşand niha jî li dijî polîtîkaya dewletê ya ‘kuştinê’ têkoşîna jiyanê dide.