Li Şengalê li dijî çeteyan çalakî
Li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk hat û du çete hatin kuştin.
Li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk hat û du çete hatin kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek da û da zanîn ku li Şengalê çalakiyên li dijî DAIŞ’ê didomin.
HPG-YBŞ’ê wiha got: “Di 23’ê Nîsanê de saet di 22.00’an de li dijî çeteyên ku li taxa Sîttî Zeynep bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakî pêk hat û di çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de li nêzî girê Şehîd Erdal li dijî çeteyan hêzên me çalakiyek pêk anî û di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û yek birîndar bûn.
Dîsa li xeta Bare û Şîlo ya Şengalê tevgera çeteyên DAIŞ’ê hatiye jiyîn.”