Tevgera leşkerî dewam dike

Bombebaran, veguhastina leşkerî û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hemberî qadên gerîla, roj bi roj zêde dibin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike û di vê der barê de ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Di 23'ê Nîsanê saet di navbera 15:00 - 15:30 de ji qereqola girê Yekmal a li ser sînorê qada Heftanînê ye û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, girê Hestiya, Şehîd Denîz, Gomme û Zeyntûna bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Di heman rojê de ji saet 15:00 heta danê êvarê, li qereqola Çete ya li xeta sînor e, tevgera helîkopterên Skorsky hatiye tespîtkirin.

Ji 21'ê Nîsanê û pê ve, li ser qada Vektorya ya li xeta sînor a Heftanînê ye, pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine.

Di 23'ê Nîsanê saet di navbera 23:30 - 00:00 de, li herêma Metîna, qadên Şikefta Birîndaran, Kuro Jaro û Çiyayê Reş ên Zapê û li qada sînor balafirên şer ên artêşa TC a dagirker geriyan. Di 24'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 00:00 - 01:00 de li qada Metîna tevgera helîkopterên bi tîpa Skorsky hatiye tespîtkirin.

Di 19'ê Nîsanê de, tîmeke kontra ya ji 6 kesan li gundên Xelfetî û Xoşxeber ên Îdirê xebatên kontra tevdanê dimeşîne û propaganda dike. Her wiha artêşa TC a dagirker li Îdir û Bazidê veguhastina leşkerî dike.

Di 24'ê Nîsanê saet di 06:00 de li gundê Boşatê yê navçeya Amed Farqînê, tevgera helîkpterên bi tîpa Kobra hat tespîtkirin û ji bo çêkirina bendava Farqînê veguhastin hat kirin.

Her wiha ji êvara 23'ê Nîsanê heta sibeha 24'ê Nîsanê, liser qada Şehîd Kawa ya Liceyê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşif kirine."