Hezar û 400 endamên parastina cewherî hatin perwerdekirin
Hezar û 400 endamên hêzên Parstina Cewherî yên bajarê Qamişlo dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Hezar û 400 endamên hêzên Parstina Cewherî yên bajarê Qamişlo dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Hezar û 400 endamên hêzên Parstina Cewherî yên bajarê Qamişlo dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.
Hezar û 400 endamên hêzên Parastina Cewherî yên Bajarê Qamişlo ji bo perwerdeyê li ser 14 tabûran hatibûn belavkirin. Dewre bi navê ˮDewreya Şehîd Ismaîl Moroˮ hatibû destpêkirin. Dewre îro bi merasîmekê li navenda Şehîd Egîd a Perwerdeyê ya Qamişlo bi dawî bû.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îsmaîl Dêrik axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên herêmê ji aliyê leşkerî û siyasî de û destnîşan kir ku rola komîteyên parastinê yên di destpêka şoreşe Rojava re li hemû bajaran hatine avakirin pir girîng in. Dêrik, da zanîn ku komîteyên parastinê ew in ên ku wê herêmên gel lê dijîn biparêzin û tehdîdên li ser taxên xwe dûr bixin.
Di dawiya axaftina xwe de Dêrik got ku rola Hêzên Parastina Cewherî di parastina ewlekariya welatiyan û piştgiriya hêzên YPG’ê de pir mezin e. Piştî axaftinê hemû endamên Hêzên Parastina Cewherî yên Kurd û Ereb soz dan ku wê heta dawiyê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin û li ser rêya cangoriyên şoreşa Rojava bimeşin.
Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.