Ji 32 Rojavayiyên hatin binçavkirin agahî nîne
Leşkerên Tirk 32 kesên xwestin ji navçeya Şiyê ya Efrînê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, binçav kirin. Ti agahî ji 32 Efrîniyan nîne.
Leşkerên Tirk 32 kesên xwestin ji navçeya Şiyê ya Efrînê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, binçav kirin. Ti agahî ji 32 Efrîniyan nîne.
32 kesên ji bo pêdiviyên xwe yên rojane bicih bînin ji Kantona Efrînê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin li sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin binçavkirin.
Nehat zanîn bê kesên hatine binçavkirin birine ku derê.
Malbatan jî diyar kirin ku aqubeta zarokên wan ne diyar e û ti agahî ji wan negirtine.