Li Dîlok û Wanê qirkirin ht şermezarkirin

Bi wesîleya salvegera qirkirina li hember Ermenî û Suryaniyan bîranîn û çalakî didomin.

Bi wesîleya salvegera qirkirina li hember Ermenî û Suryaniyan bîranîn û çalakî didomin. Di çalakiyên li Dîlok û Wanê de qirkirin hat şermezarkirin, hat diyarkirin ku ji bo aştiyê pêdivî bi pêvajoya rûbirûhatinê heye.

DÎLOK

Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê têkildarî Qirkirina 1915’an li Parka Yeşîlsû daxuyaniyeke çapemeniyê da. Berdevkê YSGP’ê ya Dîlokê li ser navê girseyê got ku îro bi êşeke sedsalî re rû bi rû hatine û li Dîlokê curbicurbûna çandî hatiye tinekirin.

WAN

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî li baxçeyê daran ê “kardeşlîk bagları” yê li girê TOKÎ’ya Jor li rezên tirî yên aîdî Ermeniyan şitil hatin danîn. Hevşaredarên Erdîşê Dîba Ermîş Keskîn û Abdurrahman Çagan jî di nav de gelek jin tevlî bernameyê bûn.