Li Kerboranê 10 kes hatin binçavkirin

Beriya hilbijartinên giştî operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê zêde dibin. Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, polîsan û tîmên tevgera taybet danê sibehê saet di 04:00 de avêtin ser malan û 10 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku di serdegirtinan de derî û paceyên hin malan ji aliyê polîsan ve hatine şikandin.

Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Ozcan Dogan, M. Saît Akdogan, Riza Baran, Mûrat Aşkan, Îbrahîm Otker, Abdulcebbar Çelîk, Fîdews Gumuş, Farîs Çelîk, Şîrîn oral û birayê Abdulkerîm Seyhan ê di dema çalakiyên ji bo Kobanê de ji ber guleya ji qereqolê hat teqandin jiyana xwe ji dest da Ridvan Seyhan hatin binçavkirin. 

Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê û tê gotin ku di lîsteya binçavkirinê ya polîsan de hin navên din jî hene.

Bavê Îbrahîm Otker ê ku hate binçavkirin Abdurrahman Otker diyar kir ku danê sibehê polîsan derî şikandin û ketin nava malê û got: "Piştî ez û hevsera min dirêjî erdê kirin bi ser me re derbas bûn û çûn jor. Li kurê min dan û piştre kelepçe kirin û birin." Otker anî ziman ku polîsan pirtûkên wî yên olî jî belav kirin.

Dayika Ridvan Seyhan Zelîha Seyhan jî diyar kir ku ji ber wêneyê kurê wê Abdulkerîm Seyhan ê ku ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û alên PKK'ê li dîwêr daliqandî bûn polîsan got, "Hûn terorîst in, wê li vê malê cebilxane derbikeve." Seyhan da zanîn ku van serdegirtinan re tê xwestin çavê gel beriya hilbijartinan were tirsandin.