Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê ava bû
Aktîvîstên li Amedê dijîn, ji bo li ser tenduristiya civakê xebatan bimeşîne Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê (METSAD) ava kir.
Aktîvîstên li Amedê dijîn, ji bo li ser tenduristiya civakê xebatan bimeşîne Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê (METSAD) ava kir.
Aktîvîstên li Amedê dijîn, ji bo li ser tenduristiya civakê xebatan bimeşîne Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê (METSAD) ava kir.
Serokê Desteya Rêveberiyê ya METSAD'ê Cegerxwîn Polat li ser sedemên damezrandina komeleyê agahî da û diyar kir ku pevçûnên li welêt, pêla koçberiyê ya piştî êrîşên li Şengal û Kobanê rû dan û rewşa neçareseriyê bandor li ser biryara wan a avakirina komeleyê kirine. Plat got, "Rewşa Mezopotamya tê de ye û rîskên pê re rû bi rû ye, ji bo mirovên kedê didin, saziyên rêxistinbûyî û organîzeyî divê. Bi vê armancê me dest bi meşa xwe kir û em dibêjin; em ji bo vê hene."
'MAFÊ JIYAN Û TENDURISTIYÊ BÛ MIJAREKE POLÎTÎK'
Polat da zanîn ku mafê tenduristiyê mafekî jiyanê ye û divê her kes bi awayekî wekhev jê sûdê werbigirin û ragihand, ku tevî vê yekê jî piraniya nifûsa cîhanê nikare ji vî mafî sûdê werbigirin. Polat destnîşan kir ku rewşa aboriyê û rewşa aştiya siyasî ji bo bikaranîna mafê tenduristiyê gelekî girîng in û got, "Xizmeta tenduristiyê ku li gorî pîvana dewleta civakî divê ji aliyê cemaweriyê ve di astekê de werin meşandin, Tirkiye jî di nav de li gelek welatan veguheriye çavkaniya newekhevî û polîtîkayên taybetîkirinê. Mafê jiyan û tenduristiyê ji xizmetekê wêdetir veguheriye helwesteke polîtîk."
'400 HEZAR KOÇBERÊN KURD JI MAFÊN XWE YÊN BINGEHÎN BÊPAR MAN'
Polat bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdên Êzidî yên li herêma Şengalê û got, "Bi sed hezaran Êzidiyên koç kirin neçar man li başûr û bakurê Mezopotamyayê belav bibin. DAIŞ qîma xwe bi vê jî neaniye û Mezopotamya veguherandiye qada şewatê. Kobanê li pêş çavê tevahiya cîhanê bûye cihê berxwedaneke mezin û 400 hezar koçberên Kurd li Tirkiyeyê, bi mehan ji mafên stargeh û heû mafên bingehîn bêpar hatine hiştin."
Polat anî ziman ku ji bo Kobanê dema ji nû ve avakirinê hatiye û der heqê Kurdên Êzidî yên koçberên Şengalê de jî hînê çareseriyeke mayînde nehatiye peydakirin û got, "Rewşa Mezopotamya tê de ye û rîskên pê re rû bi rû ye, ji bo mirovên kedê didin, saziyên rêxistinbûyî û organîzeyî divê. Bi vê armancê me dest bi meşa xwe kir û em dibêjin; em ji bo vê hene."