Li Kobanê û rojavayê Cizîrê pevçûnên dijwar
Di çalakî û pevçûnên duh ên li Kobanê û rojavayê kantona Cizîrê de êrîşên çeteyan hatin şikandin û wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin.
Di çalakî û pevçûnên duh ên li Kobanê û rojavayê kantona Cizîrê de êrîşên çeteyan hatin şikandin û wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li der berxwedana roja 224'an a Kobanê û encamên pevçûnên duh ên li rojavayê Kantona Cizîrê de, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gundê Sinaa û derdora wê yê li başûrê Kobanê di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn derketine û hat destnîşankirin, ku pevçûnên duh piştî nîvro destpê kirin, heta ber destê vê sibehê dewam kiriye.
Hat gotin ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin, lê belê pevçûnên li herêmê kêm be jî li hin cihan dewam dikin.
Navendê diyar kir ku di van pevçûnan de şervanekî YPG'ê yê bi lehengî şer kir, jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete îro ber destê sibehê jî êrîşî gundê Dikanê yê li heman herêmê kirine û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê, neçar mane ji herêmê birevin.
PEVÇÛNÊN LI ROJAVAYÊ CIZÎRÊ
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku duh bi şev li herêma navbera gundên Xebîş û Menacir ên Til Temirê de li hemberî çeteyan êrîşek hatiye lidarxistin û di encamê de wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin.
Navendê wekî din da xuyakirin ku piştî bidawîbûna pevçûnên li herêma Meqlea ya 17 kîlometre li rojavayê Til Temirê ye, hêzên YPG/YPJ'ê dest bi xebatên lêgerînê kirine û di encamê de 4 termên çeteyan, 3 kleş, 1 BKC, 4 bêtel û gelek amûr û cebilxaneyên çeteyan dîtine.