KJK'ê ji gelê Nepalê re sersaxî xwest

Koordînasyoan KJK’ê ji ber erdheja li Nepalê daxuyaniyek da û got: “Em ji gelê Nepalê re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku hest û nêrînên me bi we re ne.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî erdhêja li Nepalê rû da de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin: “Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd bi xemgîniyeke mezin em hîn bûne ku di encama erdheja li welatê we de zêdeyî 2 hezar mriovî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran mirov birîndar bûne. Em ji gelê Nepal re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku hest û nêrînên me we re ne.”

Daxuyaniya KJK'ê wiha dewam kir:

“Li welatê we, ku lêgerînên jiyana alternatîf û berxwedana gel a li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst xurt e, rûdana karesateke bi vî rengî di pêvajoya avakirina sîstemeke nû ya piştî têkoşîna gerîla de, cihê xemgînî û êşê ye.

Gelên çiyayî, xwişk û bira ne.  Gelên têkoşer êşên hev, kêfxweşiyên hev di dilê hev de hîs dikin.  Îro li çiyayê Kurdistanê, em êşa we gelê çiyayê Hîmalaya parve bikin.

Em wek KJK careke din sersaxiyê dixwazin, diyar kirin ku hest û nêrînên me yên piştevaniyê bi we gelê Nepal re ye. Em di wê baweriyê de ne  ku wê gelê Nepalê ku xwedî kevneşopiyek berxwedêr a girîng e, ji binê vê karasetê rabe. Li ser vê bingehê weke tevgera jinên Kurd em bi we re ne.

Ji çiyayê Kurdistanê heta çiyayê Everestê, bi silavên me yên herî şoreşger û piştevaniyê.”