HPG: Em ê her projeya ku zerarê dide Kurdistanê wek êrîş bibînin

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Amedê da zanîn ku ew her cureyên projeya ku zerarê didin xwezaya Kurdistanê wê wek êrîşê bibînin.

Fermandariya  HPG’ê ya Eyaleta Amedê da zanîn ku ew her cureyên projeya ku zerarê didin xwezaya Kurdistanê wê wek êrîşê bibînin û got: “Bendava Farqînê jî ku çêkirina wê di vê pêvajoyê de didome û xwezaya Kurdistanê texrîb dike û di bin avê de dihêle, tevî hemû hişyariyên me yên dawî jî, didome û divê dawî li vê zerara xwezayê bê dayîn.”

Fermandariya HGP’ê ya Eyaleta Amedê têkildarî Bendava Farqînê de daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, wek tevgereke azadîxwaz û demokratîk, tevgereke ku pêşxistina civak û xwezayek ekolojîk esas digire ye û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê têkoşînên di pêkanîna azadiya ekolojiya xwezayê de, jî yek ji têkoşînên sereke ye. Civaka ku azadî û pêşxistina ekolojîk pêk anîbin, wek civakek azad û demokratîk her tim wê pêş bikevin û xurt bibin.”

Fermandariya Eyaletê di berdewamiya daxuyaniyê de cih da van îfadeyan:

“Lê HES û bendavên ku li Kurdistanê tên plankirin û bi taybet tên pêşxistin, bi tinekirina azadiyan û tinekirina hevsengiya ekolojîk, sînor namîne û mîrateya dîrokî ya mezin jî ji holê radike. Ji ber vê yekê her cureyê proje û gavên ku hevsengiya xwezayê ji bajaran heta bejahiyan tine dike, armanc dike ku dîrokê jî holê rabike. Ji aliyê Rêbertiya me ve bi dehan carî ev hatiye ziman û tevgera me jî têkildarî vê de gelek caran daxuyanî dane. Me wek HPG’ê hişyariyên xwe kirine. Ji ber vê yekê jî bendava Farqînê ya ku armanc dike xweza û dîroka Kurdistanê di bin avê de bihêle, divê dawî li zerara xwezayê bîne.

Divê ti kes nebe amûra lîstikên hikûmetê yên li herêmê û çêkirina bendavan. Divê gelê me yê welatparêz û demokratîk di çêkirina vê bendavê de cih negirin û bibin xwedî helwest.

Her cureyê proje û gavên ku zerarê dide xwezaya Kurdistanê, wê wek êrîş bê dîtin. Divê bê zanîn ku hişyariyên me di vî alî de wê pêk bê.”