Li Elmanyayê çalakiyên destekkirina HDP'ê
Li bajarê Elmanya Bodensee Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê çalakiyek lidar xist. Tevî Hevseroka Giştî ya DBP'ê û nûnerên Komeleyên Elewiyan zêdeyî 300 kes beşdarî çalakiyê bûn.

Ayna di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Hilbijartineke ku em ê çarenûs û pêşeroja xwe diyar bikin e." Ayna destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bi tenê dikare ji aliyê HDP'ê ve were sekinandin.
PFORZHEÎM
Li bajarekî din ê Elmanyayê Pforzheîmê jî şeva piştgirîdayîna HDP'ê hat lidarxistin.
Nûnera Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Fatoş Goksûngûr, Nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan weke axaftvan beşdarî şevê bûn.
Goksûngûr polîtîkayên CHP'ê yên li hemberî Elewiyan rexne kir û got, "Çawa ku Kurdan bi neynûkên xwe erd kola û li dijî barbaran Kobanê azad kirin, em Elewî jî di bin sîwanê HDP'ê de em ê têkoşîna xwe li Meclîsê bimeşînin û azadiya xwe bi dest bixînin."
Nûnerê NAV-DEM'ê Dogan jî bang li her kesên alîgirê azadiyê kir ku dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Divê em polîtîkayên durû yên AKP'ê bisekinînin û xeyala serokatiyê ya Erdogan di qirika wî de bihêlin."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Aydogan jî bal kişand ser girîngiya Kurdên li Ewropayê ji bo derbasbûna ji benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an û anî ziman ku HDP her tim hêviya gelan e. Aydogan ji bo hilbijartinan got, "Ya gelê Tirkiyeyê wê tercîha xwe ji bo kesekî otorîterî û dîktatoriyê dixwaze bike, yan jî wê demokrasiyê tercîh bike."
Aydonga ji bo gelê li Ewropayê dijî got, "Dengê we ji bo me gelekî girîng e. Dengên we ji bo me sîgorta ne, her dengeke garantiyeke. Divê her kes dengê xwe bikar bîne. Divê em faşîzma AKP'ê bisekinînin."