Kurdên li Sowyeta berê rêxistinbûyîna xwe bi pêş dixînin
Yekîtiya Saziyên Kurdan ên Civakî yên Navneteweyî, li paytexta Rûsya Moskowê bi beşdariya delegeyên ji 6 welatên cuda 11. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Yekîtiya Saziyên Kurdan ên Civakî yên Navneteweyî, li paytexta Rûsya Moskowê bi beşdariya delegeyên ji 6 welatên cuda 11. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Yekîtiya Saziyên Kurdan ên Civakî yên Navneteweyî, li paytexta Rûsya Moskowê bi beşdariya delegeyên ji 6 welatên cuda 11. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de biryar hat dayîn ku Kurdên li Yekîtiya Sowyetê ya berê dijîn bêhtir xwe birêxistin bikin û yekîtiya Kurdistaniyên li gelek welatan belav bûne, were xurtkirin.
11. kongreya asayî ya Yekîtiya Saziyên Kurd ên Civakî yên Navneteweyî, li paytexta Rûsya Moskowê bi beşdariya rêveberên sazî û organîzasyonên Kurd ên li Kazakîstan, Ermenîstan, Ûkrayna, Kirgizîstan, Azerbaycan û gelek herêmên din ên Rûsyayê pêk hat. Kongreya li salona civînê ya Mala Kurdan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
'DIVÊ EM XWE BI RUHÊ ŞENGAL Û KOBANÊ BIRÊXISTIN BIKIN'
Serokê Yekîtiyê Merab Şamoyev axaftina vekirinê ya kongreyê kir û got, "Li Şengal û Kobanê, tevî êşa ewçend giran jî gelê Kurd ji azadiya xwe venegeriya ye û ji her demê bêhtir îro ji bo azadiya xwe bi biryardarî têdikoş e. Kurdên bi vîna Tevgera Azadiyê li ser piyan dimînin, her tim hîn bêhtir nêzî azadiyê ne. Em Kurdên bi zorê ji xaka xwe hatine koçberkirin, divê li her qada lê ne bi xurtî xwe birêxistin bikin. Her sazî û organîzasyonên me girîng e bi ruhê Şengal û Kobanê têbikoş in, xwe birêxistin bikin."
'EM NIKARIN JI BÛYER Û PÊŞKETINÊN LI WELÊT QUT BIN'
Seroka Otonomiya Çanda Kurd a Krasnadarê (Medya) Îşxan Ankosî jî got, "Li welatên yekîtiya Sowyetan gelek Kurd belav bûne. Divê ev Kurd werin birêxistinkirin û qezençkirina wan û xurtkirina realîteya Kurd wezîfeya me ya bingehîn be. Lewma biryarên em li vê derê bigirin, wê ji bo hemû saziyên Kurdan ên li welatên Yekîtiya Sowyetê ya berê, derbasar be. Ji ber vê yekê pêwîste em vîneke xurt a biryardariya xebat û rêxistinbûyînê ji vê kongreyê derxînin holê. Bûyer û pêşketinên li welatê me diqewimin vê yekê li ser me ferz dikin. Em nikarin ji pêşketinên li welatê me dûr û qut bijîn."
KONFERANSA BI BEŞDARIYA REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN
Di kongreya ku bi axaftina delegeyên ji welatên cuda dewam kir de, ji bo pêşîgirtina li asîmîlebûna ciwanan hat destnîşankirin ku divê rêxistinbûyîna Kurdan li her welatî bê xurtkirin. Her wiha hat ragihandin ku li welatên Yekîtiya Sowyetan a berê daneheviyeke cidî ya çand û hunerê heye û ji bo ev danehevî bikeve xizmeta gel, biryar hat dayîn ku bi beşdariya rewşenbîr û hunermendan konferanseke berfireh were lidarxistin.
Di nîqaşên hatin meşandin de hat destnîşankirin ku sazî û otonomiyên Kurd bi qasî têrê dike navgînên medyayê bikar nînin, lewma nikarin xwe baş bigihînin gel. Tevî xurtkirina xebatên çapemenî û weşanê biryar hat dayîn ku xebatên ji bo xurtkirina rêxistinbûyîna ciwanan werin meşandin.
HEYETEK WÊ JI BO DESTEKKIRINA HDP'Ê BIÇE
Di kongreyê de ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de biryar hat dayîn ku heyetek biçe Bakurê Kurdistanê û tevlî xebatên hilbijartinê bibe.
Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya Yekîtiyê Merab Şamoyan û Merî Veşîna hatin hilbijartin.