Bombebaran, veguhastin û tevgera hewayî
Artêşa Tirk, veguhastin, bombebaran û tevgera xwe ya hewayî ya li hemberî qadên gerîla dewam dike.
Artêşa Tirk, veguhastin, bombebaran û tevgera xwe ya hewayî ya li hemberî qadên gerîla dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku veguhastina leşkerî, bombebaran û tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk dewam dikin.
HPG'ê da zanîn li herêmên gerîla tevgera hewayî zêde bûye û di vê der barê de ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Ji saet 05:00 ê 26'ê Nîsanê heta danê nîvro yê 27'ê Nîsanê (îro) artêşa TC a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov li qada Avaşînê keşif kiriye. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûne.
Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 04:00 - 05:00 de li qada Kaşûra, di 26'ê Nîsanê saet di navbera 05:00 - 10:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin. Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 22:00 - 22:30 de li qada Kaşûra tevgera balafirên şer hatiye tespîtkirin.
Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 00:00 - 03:00 de li qada Şehîd Serxwebûn û Şehîd Ferhat, di 26'ê Nîsanê saet di navbera 18:00 - 23:30 de li qada Şehîd Kendal, ji saet 21:00 heta saet 01:00 ê roja din li qada Apê Mûsa yên Amedê, artêşa Tirk a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye.
Di 26'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 - 00:00 de li qada Apê Mûsa tevgera helîkopterên bi tîpa Skorsky yên artêşa Tirk hatiye tespîtkirin.
Ji 25'ê Nîsanê û pê ve, di navbera navçeya Farqînê û bendava Farqînê de leşker hatine veguhastin. Her wiha tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li ser rê zêde bûye, li derdora Girê Îlonê li Farqînê cerdevanan jî nuqteyên ewlekariyê ava kirine."
HPG'ê da zanîn ku ji 25'ê Hezîranê û pê ve artêşa Tirk ji navenda Çewlikê ber bi qereqolên Suveren, Gap û Ûçûr ên navçeya Dara Hênê leşker veguhestiye.
HPG'ê got, "Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 11:30 - 12:30 de ji qereqola girê Meymûn ê li sînorê qada Heftanînê ye û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye û ji alaya topvanan a Gulyazi bi obus û hewanan qada Şehîd Kendal hatiye bombekirin."