Gerîlaya ARGK'ê Esra Seçen li Dîebûrgê hat bîranîn
Li bajarê Elmanya Dîebûrgê, ji bo Esra Seçen (Berçem) a di sla 1991'ê de tevlî têkoşîna Azadiyê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Dîebûrgê, ji bo Esra Seçen (Berçem) a di sla 1991'ê de tevlî têkoşîna Azadiyê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Dîebûrgê, ji bo Esra Seçen (Berçem) a di sla 1991'ê de tevlî têkoşîna Azadiyê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.
Ji gerîlayên ARGK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan di hefteya bihurî de ji aliyê Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a KCK'ê ve hatin aşkerakirin Esra Seçen (Berçem) a di sala 1991'ê de beşdar bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Dîebûrgê ve hat organîzekirin, saet di 16:00 de destpê kir. Di bîranîna bi beşdariya gelek kesî de apê Esra Seçen Abdûllah Seçen destpêkê axivî û got, "Hevala Berçem ne tenê şehîda me ye. Hevala Berçem şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurdistanê sax be. Bila serê dê û bavê Berçem sax be. Bila pê serbilind bin ku ewladekek bi vî regî mezin kirine. Serê tevahiya Kurdistanê û Serok Apo sax be."
Ji Meclîsa Jinê ya Sara Mûrşîde Cizîrî jî di axaftina xwe ya li bîranînê de got, "Em îro ji bo şehîda xwe civiyane. Çawa ku şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet ji me re bihêle canê xwe danîne holê, em ê jî têkoşîna bi rûmet a wan ji me re hiştine, heta dawiyê bimeşînin."
Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Salih Cizîrî jî got, "Bila her kes pê piştrast be ku em ê di şopa şehîdên xwe de bimeşin. Eger em ê behsa civakeke paqij, jiyaneke paqij bikin, divê em beriya her tiştî civaka paqij a şehîdên me ji me re hiştine bijîn. Bi saya têkoşîna azadiyê ya Kurd, berxwedana jinan li tevahiya cîhanê deng vedaye. Divê em li xwe bipirsin ku ji bo vê têkoşîna bi rûmet a şehîdên me ji me re hiştine, em çi dikin. Girîng e em vê pirsê her roj li xwe bikin."
Cizîrî da zanîn ku bi saya têkoşîna gelê Kurd dewleta Tirk îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li dora heman maseyê rûniştiye û got, "Ev yek jî bi saya nirxên şehîdên me ji me re hiştine ye. Di kesayetiya Hevala Berçem de em careke din hemû şehîdên xwe bibîr tînin û diyar dikin ku em ê têkoşîna bi rûmet a wan ji me re hiştine, dewam bikin."
Bîranîn bi xwendina mewlûdê ji aliyê Mele Mihyedîn ê ji Civaka Îslamî û belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.