Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan, di axaftina xwe ya li paneleke hilbijartinê ya li Elmanyayê de bang li Elewiyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo sekinandina rejîma AKP'ê deng bidin HDP'ê.
Li bajarê Elmanya Darmstadtê, bi armanca piştgirîdayîna HDP'ê panelek hat lidarxistin.
Panela ku bi qasî 100 kes lê amade bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
'YEKÎTÎ VEGUHERÎ MECBÛRIYETEKÊ'
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan di axaftina xwe ya li panelê de ji civata Elewî re axivî û got, "Gelê me yê ji baweriya Elewî yê bi taybetî li Ewropayê dijî, ji bo sekinandina rejîma zextdar a AKP'ê, divê bibe neferên yekîtiya giranbuha. Canên Elewî pêwîste xwe ji rewşa bi CHP'ê ve girêdayî rizgar bikin û li dora HDP'ê bicivin. Ev yekîtiya me êdî mecbûriyeteke."
Dogan da zanîn ku eger xebateke berfireh were meşandin wê benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an karibe bê hilweşandin. Panelê bi beşa pirs û bersivan dewam kir.