Ji PYD’ê peyama 1’ê Gulanê

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê roja 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. PYD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ked û xebata karkeran a ji bo azadiyê û wiha got: “Karkeran bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û berxwedana li dijî desthildaran nivîsîne.Tevî wê yekê çîna desthiladar heta niha karkeran ji nedîtî ve dihesibîne û wan wekî avakerên şaristaniyê hesab nakin.ˮ

Di berdewama daxuyaniyê de rewşa karkerên Sûriyê hate bibîrxistin û wiha hate domandin: “Îsal jî di dema em cejna karkeran pêşwazî dikin, li welatê me Sûriyeyê rewşeke aloz tê jiyan, di navbera gelekî ku dixwaze civakeke demokratîk a hevbeş saz bike û di navbera rêjîma desthildar û gelek cureyên tendperest ên wekî DAIŞ’ê û El-Nusra yên ser bi rêxistina Qaîde de şerekî mezin heye. Çareseriya tekane ya çareserkirina aloziyan projeya Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk e.ˮ

Di dawiya daxuyaniya xwe de PYD’ cejna karkeran li hemû karker, xebatkar û kedkaran pîroz kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: ˮEm careke din tekez dikin ku şoreşa Rojava şoreşa hemû bindestên cîhanê ye. Şirîka hemû azadîxwazên cîhanê yên ji bo avakirina civakeke demokratîk saz bikin e. Em soz didin ku mê li dijî hemû cûreyên çewisandinê têbikoşin, heta ku edaleta civakî, biratî û wekhevî pêk were. Ev jî armanca kedkarane.ˮ