Girtina Ergîn Dogru hat şermezarkirin

Hevserokatiya Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê, bi armanca şermezarkirina girtina Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê Ergîn Dogru li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Hevserokatiya Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê, bi armanca şermezarkirina girtina Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê Ergîn Dogru, binçavkirin û girtinên demên dawî  li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de namzeta parlamenteriyê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, nûner û endamên rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî amade bûn.

Hevseroka DBP’ê ya Dêrsimê Melek Dolaz girtina Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê Ergîn Dogru bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hikûmeta AKP’ê bi girtina rêveber û endamên me hewl dide me bitirsîne. Lê belê ev weke duh îro jî bi ser neketiye û wê bi ser nekeve. Tevî her tiştî em di têkoşînê de bi israr in.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Qada Azadiyê girse bi çepikan ji qadê veqetiya.