‘Min 1’ê Gulanê bi şoreşa Rojava re nas kir’
Hevseroka Saziya Kedkarên Hesekê Heyfa El Elî got bi Şoreşa Rojava re 1’ê Gulanê nas kiriye û got: “Bila ev roj li hemû kedkarên cîhanê pîroz be.”
Hevseroka Saziya Kedkarên Hesekê Heyfa El Elî got bi Şoreşa Rojava re 1’ê Gulanê nas kiriye û got: “Bila ev roj li hemû kedkarên cîhanê pîroz be.”
Hevseroka Saziya Kedkarên Hesekê Heyfa El Elî got ku bi Şoreşa Rojava re 1’ê Gulanê nas kiriye û got: “Bila ev roj li hemû kedkarên cîhanê pîroz be.”
1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê wek her derê, li Rojava jî bi bernameyên cuda tê pîrozkirin. Ji ber şer û pevçûnên dijwar ên li Rojava, wek pîrozbahiyên li cîhanê nebe jî, li Rojava jî 1’ê Gulanê wê bê pîrozkirin. Hevseroka Saziya Kedkarên Hesekê Heyfa El Elî ya eslê xwe Ereb e, da zanîn ku her çiqas ji ber şerê tê jiyîn di asta ku tê xwestin de pîrozbahiyan pêk neynin jî, ev roj roja kedkarên Rojava yên ku herî xweş wê ruhê vê rojê nîşan bide ne. Heyfa El Elî ku dayika 7 zarokan e, ev salek e Hevserokatiya Saziya Kedkarên Hesekê dike. El Elî da xuyakirin armanca wan ev e ku pirsgirêkan çareser bikin û wiha berdewam kir: “Destpêkê me gelek zehmetî dikişand. Lê bi hêza îdeolojiya rizgariya jinê me wekheviya jin- mêr pêk anî. Niha jî em ji bo rêxistibûna jinê dixebitin. Em hewl didin pirsgirêkên jinên bêkar çareser bikin.”
EM JIN XURT BÛN
Heyfa El Elî di dawiya axaftina xwe de got ku rojên weke 1’ê Gulan û 8’ê Adarê bi şoreşa Rojava re nas kiriye û wiha pêde çû: “Ez niha girîngî û keda van rojan bi xwe re dibînim. Me jinan bi saya van rojan xwe xurt kir. Berê gotinek hebû; li pişt her mêrekî serketî, jinek heye’. Ev hat derbaskirin. Niha jin jî xurt bûye, mêr jî.”