Lêgerîna dadê ya gelê Roboskî didome
Lêgerîna ji bo dadê ya malbatên Roboskî berdewam dike. Malbat çûn ser gora kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û daxwaza dadê kirin.

Lêgerîna dadê ya malbatên 34 zarok û ciwanên Kurd ên ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, didome.
Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan di hefteya 174'emîn de, çûn ser gorên zarokên xwe û bal kişandin ser provokasyona qetilkirina hêstiran a ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêk tê.
Vahît Encu li ser navê malbatan daxuyanî da û bal kişand ku dewlet bi provokasyona li Agiriyê bingeha komkujiyeke din a mîna Roboskiyê dike.
Encu da zanîn ku gelê Roboskî li hemberî provokasyonan hişyar in û bal kişand ku leşkerên artêşa Tirk hêstiran dikujin.
Encu da zanîn ku weke gelê Roboskiyê ew ê ti carî destûr nedin ku komkujiyeke din a mîna komkujiya Roboskiyê pêk bê.