Nasnameya 4 cangoriyan hat aşkerakirin

Nasnameya 4 şervanên YPG’ê ku di 20, 25 û 26’ê Nîsanê de li herêmên Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 4 şervanên di têkoşîna azadiyê de jyana xwe ji dest dan aşkera kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "4 rêhevalên me di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê li kantonên Kobanê û Cizîrê de, tevlî nava refên pekrewnan bûn. Em di şexsê her 4 rêhevalên xwe de tevahî Şehîdên Şoreşa azadiyê bi bîr tînin û birêz bejna xwe li hemberî wan ditewînin."

NASNAMEYA 4 CANGORIYAN

Hoşeng Baran bi nasnav Karker Andok, li Efrînê ji dayik bû, di 25'ê Nîsana 2015'an de li gundê Çelebî yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Safet Çîçek bi nasnav Adil Gever, li Colemêrgê ji dayik bû, di 25'ê Nîsana 2015'an de li gundê Menacir ê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Smaîl Mihemed bi nasnav Lewend Şiyar, li Kotole ji dayik bû, di 20'ê Nîsana 2015'an de li Serêkaniyê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da.

Sefkan Asî, di 26'ê Nîsana 2015'an de li Kantona Kobanê jiyana xwe ji dest da.