Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
Tevgera balafirên şer, keşif, operasyon û kemînên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla, dewam dikin.
Tevgera balafirên şer, keşif, operasyon û kemînên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla, dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku operasyonên li Bakurê Kurdistanê û tevgera hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne.
HPG'ê li ser liv û tevgera hewayî û bejahî ya artêşa Tirk de ev agahî bi raya giştî re parvre kir:
"Di 29'ê Nîsanê saet di navbera 13:00 - 14:30, 18:00 - 19:00 û 21:00 - 23:00 de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker, geriyane. Tevgera hewayî roj bi roj li herêmên me yên gerîla zêde dibin. Li gorî vê yekê;
Di 29'ê Nîsanê saet di navbera 06:30 - 19:00 û 30'ê Nîsanê saet di navbera 08:00 - 12:00 de li qada Avaşînê, di 29'ê Nîsanê saet di navbera 07:00 - 18:00 de li herêma Zagrosê, heman rojê saet di navbera 05:00 - 20:00 de li herêma Zapê û ser sînor, di 30'ê Nîsanê saet di navbera 00:00 - 05:00 de li Heftanînê, di 29'ê Nîsanê saet di navbera 16:30 - 17:30 û ji saet 21:00 heta saet 07:00 ê 30'ê Nîsanê li qada Metîna, bi pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk re keşfeke berfireh hatiye kirin. Li van herêman balafirên şer jî tev geriyane.
Di 29'ê Nîsanê saet di navbera 09:00 - 11:00 de ji bo qereqolên Hêşet, Tang û Girê Sor ên di navbera navçeya Wan Şax û navçeya Sêrt Xizxêrê de, bi helîkopterên Skorsky hejmareke zêde leşker hatine veguhastin. Her wiha ji bo qereqolên li navçeya Şaxê jî hejmareke zêde ya leşker hatine veguhastin û tevgera leşkerî ya li van qadan her diçe zêde dibe.
Di 27'ê Nîsanê de li qada di navbera gundên Morxa Jor û Kixta yên navçeya Bedlîs Norşînê, artêşa T.C a dagirker bi desteka cerdevanan bi 16 maşînên zirxî derketiye operasyonê. Ev operasyon di 28'ê Nîsanê de li qada gundê Sezê jî belav bûye. Artêşa Tirk di heman rojê saet di 14:00 de bêyî encamekê bi dest bixe, dawî li operasyona xwe aniye.
Di 30'ê Nîsanê saet di 06:00 de li erdê gundê Sêdeqnê yê navçeya Amed Farqînê, artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Operasyon hînê dewam dike. Wekî din li gundê Banê Dera û derdora wê yê navçeya Liceyê jî kemîn tên danîn.
Di navbera 26 - 29'ê Nîsanê de li qada Deşta Aman a navçeya Çewlik Dara Hênê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye.
Di 28'ê Nîsanê saet di navbera 18:30 û 20:30 de komek ji leşkerên Qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye û di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de ye, li qada Kaniya Biyê kemîn daniye."
HPG'ê da xuyakirin ku di 29'ê Nîsanê saet di navbera 09:00 - 10:00 de li ser seta sînor a herêma Qendîlê, artêşa Îranê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye.