MLKP Rojava bi daxuyaniyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku şoreşa Rojava careke din îspat kiriye ku vîna bindestan û gelên kedkaran jî hene û dema ku bixwazin û têbikoşin, dikarin jiyaneke nû biafirînin."
MLKP Rojava da xuyakirin, ku kaker, kedkar û gelên bindest ên cîhanê li hemberî xwînxwarî, mêtîngerî, dagirkerî, zilm û zordariyê têkoşîna azadî û sosyalîzmê bilind dikin û destnîşan kir ku li her derê cîhanê, hemû mirovên bindest di roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya karkerên cîhan a 1'ê Gulanê de, di binê ala sor de wê dakevin qadan.
Di daxuyaniyê hat gotin, "Li hemberî hemû rengên desthilatdarî yên burjuvazî, pergala kapîtalist a kedxwar û xwînxwar, emperylîzm û hevkarên wan wê dengên xwe bilind bikin. Karker û gelên kedkar ên Rojhilata Navîn jî bi ruhê Newroz û berxwedana Kobanê, bi destkeftinên Şoreşa Rojava agirê azadîyê wê geş bikin."
MLKP Rojava bibîr xist ku gelên Rojava di bin êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de bi berxwedaneke dîrokî û bêhempa 1'ê Gulanê pêşwazî dikin û ev xal destnîşan kir: "Em dizanên ku DAIŞ'a faşîst, hevpar û maşika pergala kapîtlîzmê ye. Di bin maskeya ola Îslamiyetê de xizmetê ji pergala kapîtalîzmê re dike. Dîsa, ji ber ku pergala ku li Rojavayê tê avakirin li dijî berjewendiyênpergala kapîtalîst e, dewletên emperyalîst bi her cûreyên şer êrîşî destketiyên şoreşa me, Şoreşa Rojavayê dikin. Li hemberî van zextan, bersiva me, wekî her dem, wê berxwedan be. Em ê ne tenê sînorên ku di nav gelên me de hatine bi cih kirin hilweşînin, di heman demê de em ê di nav karker û gelên kedkar ên bindestan de jî hemû sînoran hilweşînin."
MLKP Rojava da xuyakirin ku şoreşa Rojava îro careke din îspat kiriye ku vîna bindestan û gelên kedkaran jî hene û dema ku bixwazin û têbikoşİn, dikarİn jiyanekê nû biafirînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku karker, kedkar û gelên bindest ên Kurdistan û Rojhilata Navîn dikarin bi temamî xwe ji xwînxwaran, kedxwaran, dagirkeran, stemkaran rizgar bikin û got, "Ji ber vê jî, bi taybetî çîna karker bi bername, rêxistin û çalakiyên xwe divê di herî pêşiyê ya şoreşê de cihê xwe bigire. Bi bindestan re ber bi jiyanekê azad û sosyalîzmê ve biçin."
Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû:
"Karker û kedkaran li dijî kedxwarî û xwînxwarî ya pergala kapîtalîzmê,
Jinan li dijî her cureyên desthilatdarîya zilamê,
Gelên bindestan li dijî mêtîngerî û dagirkerî ya emperyalîst û dewletên faşîstan,
Di qadên 1'ê Gulanê de ala azadî, biratî, wekhevî, têkoşîn, şoreş û sosyalîzmê bilind bikin.
Ji kîjan netewe, ol, mezheb, zayend dibe bila bibe hemû proleter û bindestan ên cîhanê li hemberê kedxwar û xwînxwaran yekbin!
Karker û gelên kedkar ên Rojhilata Navîn li hemberî dagirkerî û kedxwarî yên emperyalîst, dewletên herêm û çeteyê wan a DAIŞ'ê têkoşôn, rêxistînbûyîn û yekîtîyên xwe hêz bikin!
Bijî 1'ê Gulanê!
Bijî Yekîtî, Piştgirî û Têkoşîna Karker û Bindestan!
Bijî Biratiya Gelan! Bijî Enternasyonlîsta Proleterya!
Bijî Azadî Bijî Sosyalîzm!"