Gerîlayê HPG’ê Bat bi girseyî hat defnkirin

Cenazeyê Yildirim Bat (Delîl Dozvan) ê gerîlayê HPG’ê yê di provokasyona çiyayê Tendurekê de birîndar bibû, rojên buhrî jiyana xwe ji dest da li mezraya Kulê ya Bazîdê bi girseyê hate definkirin

Cenazeyê Yildirim Bat (Delîl Dozvan) ê gerîlayê HPG’ê yê di provokasyona çiyayê Tendurekê de birîndar bibû, rojên buhrî jiyana xwe ji dest da li mezraya Kulê ya Bazîdê bi girseyê hate definkirin.

Cenazeyê Yildirim Bat (Delîl Dozvan) ê gerîlayê HPG’ê yê di encama provokasyona leşkeran a çiyayê Tendurekê ya navçeya Giyadînê ya Agiriyê de 11’ê Nîsanê birîndar bibû û rojên buhrî jiyana xwe ji dest dabû li “Şehîdgeha Tekîn Kizilay” a mezraya Kulê ya Bazîda Agiriyê hate definkirin. Ji bo merasîmê hevşaredarên Îdîr, Bazîd, Tuzluca û Giyadînê, rêveberên HDP, DBP, TUYAYD-DER’ê, malbata Bat û bi sedan welatî bi konvoyê ve hatin mezraya Kulê. Li goristanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yildirim Bat hatin daliqandin. Girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Nurî Çelîk axivî û got ku ew ê hesreta yên ku ji bo azadiyê derketin rê û jiyana dan bi ruhê yekîtiyê ava bikin.

Serokê MEYA-DER’ê yê Wanê Îbrahîm Alkan jî anî ziman ku xwedîderketina Kurdan a li zarokên xwe herî baş di qûntarên çiyayê Agiriyê de hate dîtin û wiha got: “Rêheval Dozvan şehîdê gelê me ye. Şehîdê me yê Wanê ji ber wesiyeta xwe me anî vê derê û em bi vê yekê serbilind in. Em spasiyên xwe li gelê Bazîdê yên ku li zarokê xwe derketin dikin.”

‘DIVÊ KURDÊN ÇAR PARÇEYAN BIBIN YEK Û BIGIHÊJIN AZADIYA XWE’

Apê Bat Cemal Bat jî diyar kir ku dema yekîtiya Kurdên çar parçeyan hatiye û wiha axivî: “Bi salan in yên ku Kurd parçe kirine ji bîr kirina Kurd di êşên xwe ye bûne yek. Êdî Kurdên çar parçeyan bibin yek û bigihêjin azadiya xwe. Biraziyê min şehîdê hemû kesan e. Rêvehevalê hemû kesan e.”

Piştî axaftinan kom ji goristanê veqetiya.